Encamnameya kongireya 4ê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)

  Li bajarê Bielefelda Elmanyayê, piştî rawestana karûbarên Hevgirtinê ji ber sedemên cuda, di 25-26/01/2014ê de, kongireya 4ê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li dar ket. Damezirandina (HRRK) bi xwe bersiveke rasterast bû ji boyî 12ê Adara 2004ê, her weha dengvedana wijdan û hêviyên miletê me bû. Ji ber ku rewşa îro nêzîkî wê rewşê ye ya ku piştî 12ê Adarê hatibû holê, komîteya kargêr û hejmareke ji endaman xwestin ku karûbarên xwe berdewam bikin û layiqî rewşa vê qonaxê û pirsên wê bin.
Ji ber vê yekê; komîteyeke amadekar hate avakirin û vexwendineke vekirî ji bo hemû rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê re di çapemeniyê de belav kirin, da ku beşdarî kongireya 4ê bibin û giyanê serîhildana Adarê vejînin; bi awayekî ku bibin dengê berxwedana miletê xwe li dijî zordariya rêjîma sûriyeyê. Herwisa bi miletê xwe re beşdarî xwepêşandan û çalakiyên ji bo azadî, dadmendî, wekhevî û rûmetê bibin. Nexasim ku bi sedan ji zarokên miletê me di riya parastina xak û gelê xwe de, li
diji hêzên tarî şehîd ketin. Beşdarên kongireyê bi berfirehî li ser xalên di rojevê de û li ser rêbaza xwe danûsitendin kirin. Beşdar di wê baweriyê de bûn ku pêdivî bi piştgiriya destkeftiyên miletê me heye, ku bi xêra keda xebatkarên me û xwîna şehîdên me hatine holê. Wisa jî giringiyeke mezin dan rola jina kurd û beşdariya wê ya çalak di destnîşankirina qedera gelê me de. Herweha pêdiviya bi beşdariya hemû rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê di karûbarê bi hev re hate piştrastkirin. Ji ber wê; deriyê vê Hevgirtinê ji bo hemû rewşenbîran, dîtin û nerînên wan çibin bela bibin, vekirî ye. Li gor rêbaza Hevgirtinê û armancên wê, ev Hevgirtin platformeke rengîn e û li ser bingeha danûstendin, rêzgirtina dîtinên cihê, pejirandina hevdû, hemêzkirina dîtinên rexneyî û nirxên giştî hatiye avakirin. Ev yek jî me dajo ber wê berpirsiyariyê ku em bi hev re gavan ber bi armancên xwe yên hevbeş ve bavêjin , asta gotara xwe ya rewşenbîrî bilind bikin û di çarçoveya parastin û pêşxistina zimanê xwe de van nirxan pêş ve bibin.
Di dawiya kongireyê de ev pêşniyaz û biryar hatin girtin:
– Hem li Amedê û hem jî li Hewlêrê kongire û civîn bêne li dar xistin. Eger di hundir şeş mehan an salekê de ev civîn pêk hatin, dê komîteya Kargêr amadekariya kongireyeke giştî û awarte li Qamişloyê bê kirin.
-Pêşdebirina karê Hevgirtinê di warê ragihandinê de “aktîvkirina malpera fermî ya Hevgirtinê û rûpelên wê yên di warê medya civakî de.
-Avakirina têkiliyan bi dezgeh û derûdorên biyanî re.
-Xurtkirina danûstendin û têkiliyên endamên hevgirtinê yên ku li yek welatî dimînin û lidarxistina çalakî û şevên wêjeyî û çandî. Di riya amadekirina pilaneke karkirinê û bi erêkirin û alîkariya komîteya kargêr ya ku di vê kongireyê de hate hilbijartin.
Em bi hêz û hemi karînên xwe piştgiriya xelkên xwe yên Rojavayê Kurdistanê dikin.
Azadî ji boyî rewşenbîrên girtî, azadî ji boyî Hisên Iso û hemî rewşenbîrên di zindanên rejîma kujer a Sûrîyeyê de.
Bila nirxên mirovane yên peyebilind bijîn
Bila Kurdistan azad bibe!

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)
Bielefeld 26.01,2014
hevgirtin@rojava.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…