Şandeya kurdî

Heyder Omer  

Fayêz Sare endamê îtîlafa Sûrî ya rikberiyê dibêje: Di nav şanda îtîlafê de karînên curbecur hene, ji wan karînan dîplomasî, zagonî (Yasayî) û polîtîkî ne.
 Ev gotin, bê ku rast be yan na, çawaniya karînên endamên şandeyan dide xuyakirin. Pirsa li vir ji neçare tê bîriya mirov ev e: Gelo karînên endamên şandeya kurdî çi ne?. Evên li meydanê, bê ku em nirxê wan yê polîtîkî kêm bikin, karînên wan, perî pêşî, partiyane  ne,
 her yekî ji wan bi salan karê rêxsitinî kirî, sed carî mala wan ava, lê ji hêla polîtîkî de, ew jî wek hemî endamên hemî partiyên me, P Y D jî di nav de, zanîna wan ezmûnî ye (tecrûbe) ne akadîmî ye, bila kesek nebêje em partîzanan kêmnirx dikin, zanîna akadîmî û têorî, ji bo siyasetmedaran, deyaqa (palpişt) herî bi hêz e. Her weha ji hêla dîplomasî de jî, tevgera kurdî bi hemî partiyên xwe ve, li hember vê mijara îro, yekemîn car e, bi vê rewşê re rû bi rû dibe, ango ezmûneya wan ya dîplomasî gelek lawaz e. û ji hêla zagonî de jî, hemiyên wan ne pisporên zagonê ne. Gelo, xaka Kurd li rojavayê yê Kurdistanê  ewqas beyabanî ye, û pisporên van zanistan tê  de nîn in?! Gelo ma di nav partiyên kurdî pisporên van zanistan nîn in?.. Rast e… ew kesên partîzan dibezin, dipekin, bi rojan ji mal û zarên xwe bi dûr de dikevin, ev cefayê wan rûmetdar e, û cihê rêzê ye, lê gelo ewana ne ji bo rojek wek vê rojê ewqas cefa dane û didin?. Ez bawer nakim,ku bersiva wan dê neyênî be. Eger bersiv weha be, ma ewana û partiyên wan jî, karînên xwe nas nakin?. Çima şêwirmend li kêlek wan nîn in?. 
 Di helwstên welê de, di nivisandina peymanan de, di gotinên ragihandinan de, her peyvekê sînorên xwe, yên siyasî û zagonî û zimanewanî hen e, kesên pispor wan sînoran nas dikin, ne her kesek.
 Kesên pispor dikarin bibin alîkarên endamên şandeyan, û cefayên wan berhemdar bikin. Mesele îro gelê me bi man û nemanê re rû bi rû bû ye, ji hêlekê de, çeteyên rihdirêj hemî kîna xwe bi ser gelê me de dirijînin, ji hêla din de ew kesên, me digot, ku piraniya wan hilgirên çanda mirovane û nûjen in, hate xuyakirin, ku nikarin çermê xwe biguherin, û şoreşa rûmetê û azadiyê rastiya wan ya beloq da xuyakirin.
 Îro pêdivî ew e, ku erk û ejendeyên partiyane, ne tenê hinekê, belê bi kîlomeran, bi paş de bimîn in, û milet û welatperwrî cihê xwe di eniyan erkan de bistîne, armanc ne serkefina partiyane ye, belê ya serkeftina dozê ye. Partiyek jî bi tenha nikare vî awayê serkeftinê pêk bîne.
 Dem hîna jî ji dest me neçûye, ev gava li Cinvê dest pê bûye, hem ya yekem e, û hem jî  destpêk e, û rojên dijwar li pê wê hene, serkefina dozê jî bendewara yekgirtina refê kurdî, û çêkirina „nanî bi destên nanpêjan e“. Gelo tevgera me (her du encûmen) dê bighênin wê rastiyê, ku hevdu tewaw dikin, û çiqas jî zîrek û çalak bin, dê bê şêwirmendên pispor, pêrgî gelek berqefên teng û tarî bibin?! 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…