Şevbiwêrkek helbestî li bajarê tirbespiyê

Yekîtiya nivîskarên kurd_sûrya şaxê tirbespiyê di roja şemiyê de 25/1/2014de şevbiwêrkek ya helbesta kurdî li darxist di pargiha partiya yekîtî kurdistanî de bi beşdariya hijmarek ji helbestvanên herêma tibespiyê bi helbestên xwe yên netewî û evînî dilê cemawerê hazir xweş û şad kirin û dinavberê de gotinek li ser avakirin û armanca yekîtiya nivîskarên kurd hat e gotin ji aliyê şanda rêveberiya yekîtiyê ya bajarê Qamişlo mamoste zahid mehmûd .
Helbestvanên beşdar evbûn:
 1_lazgîn dêrûnî
 2_nûşîn bêcirmanî
 3_behcet hemo
 4_kazim xelîfa
 Û yê ku şevbiwêrk pêşkêş kir ew azad bavê rodî bû li gel çend parça ji helbestên xwe yên xweşik û qeşang û di dawiya şevbiwêrkê de sipasiya kesên hazir û mêvana kir û bivî şêweyî şevbiwêrk bi dawî hat. 
 Şaxê tirbespiyê yê yekîtiya nivîskarên kurd _sûriya
 25/1/2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…