Rastiyek ji bo dîrokê.. li ser Kongira H.R.K.R.D…

Mervan Keleş

Sala 2004an, bi dû serhildna 12ê Adarê bi 3-4 mehan de; li dor 50î rewşenbîrên Kurd li dewleta Swêdê, li bajarê Sandvîkin civiyan, û Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, damezirandin. piştî çend mehan, bi dû ku diyar bû ku hin kes dixwezin vê rêxistinê têxin himbêza Apoçiyan de, ez û hin kesên din bi fermî, û bi daxwiyanî di Amûdê.com de me dev jê berda, û ji ber wê jî pir êrîşên erzan hatin ser me! Di baweriya min de ji ber wê jî Hevgirtin lewaz ma, pir bi pêş ve ne ket, û di nav du sê salan de sar bû, û nema.
Îroj 22ê meha 01ê, sala 2014e, xwedêgiravî, li Elmanya ev Hevgirtin tê vejandin; ya balkêş ew e, ku ji wan 50î kesên ku li Sandvîkin civiya bûn, ji wan 8 kes tenê li kongira Elmanya amadene!!!!!!! Û min navê ziman zanê Kurd Zegrosê Heco, ku serokê Hevgirtinê yê pêşî bû di nav lîsta kesên ku wê li Elmanya bicivin de ne dît! Ew 8 kes jî ev in: Reşîd Hiso, Selîm Biçûk, Kerîmo, Îbrahîm Mihemed, Hoşeng Biroka(li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye ku ewê amade nebe), Helîm Yûsif, Ehmedê Huseynî, û Dilyar Dêrikî.
Ji wan 8 kesan, li gor ez dizanim, ji bilî Helbestvan Dilyar Dêrikî, her 7ê din tev APOÇÎ ne!
Ji bilî wê, heger em li lîsta navê kesên wê îroj, li Elmanya bicivin binêrin, em dê bibînin, ku piraniya wan yan Apoçî ne, yan layingirên wan in!!!!!!
Mervan Keleş, 22 01 2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…