Encûmena gel a rojava çi dixwaze

Şahoz Haco

Encûmene gelê rojava çi dixwaze ji encûmene nîştîmanî, ez bawerim ew bi xwe nema dizane çi dixwaze, li Hewlêrê herdû encûmen li hev civyan û gotin ku ew ê bi şandek yek girtî ya ku bi navê herdû encûmenan biaxive herin Cinêf, lê wisa çênebû û neçû serî, hêzên kongira Cinêf amade dikirin, kurd wek şandek serbixwe qebûl ne kirin, bi egera vê yekê beşek ji wan ji Cinêf hatin bidûr xistin û beşê din wê di nav hemahengîya nîştîmanî Sûrî de beşdar bibin.
Tevdem daxuyanîyan dide û ji encûmena niştimanî kurdî dixwaze ku ew nebin destek ji bo pêkanîna Lozan a didiwan û ji alîkî din ve diyar dike ku eger kurd wek yek alî newin vexwendin ji bo cinêf 2 wê kesên ku bi serê xwe herin Cinêfê wê nûnerîtîya kurdan nekin û ew ê bi tenê nûnerîtîya xwe bikin û wisa destnîşan dikin ku çûna Cinêf ne bi tenê ji bo hazir bûnê ye lê ji bo bidestxistina mafên kurda ye, Tevdem dibêje, kesên ku beşdar bibin gereke nebin destek yan jî eger wisa bibe wê wek xayinê gelê kurd û Sûrî li wan were temaşe kirin.
Li vir pirsên pir giring hene, ev sûnc yê kî ye û çima kurd hatin dûr xistin­?. Gelo îro ev sê salin ku welat di nav şer û pevçûnan de ye, hûn li kû bûn, we çi dikir?. Çima hûn li hev ne dicivîyan û we li hev ne dikir?. Ji ber çi we bi hevre pirsa kurdan derbasî nav acindên welatên ku bi pirsa Sûrî mijûlin ne kir?. We çima xwe ji rojeke wisa re amade ne kir?. Ev nakokiyên we ji bo çi bûn?. Ez bawerim hûn dizanin ku ev cîhan ne ya lawaz û qelsa ne. Ji dêvla ku we berê xwe dida Rûsiya her yek ji we bi tena xwe ji bo ku hûn herin Cinêf hazir bibin, hûn çima bi hevre ne di çûn Rûsiya û xeynî Rûsiya?. Ma we nikarî bû bi hevre pirsa xwe bi cîhanê bidin naskirin?. We çima berê xwe ne da gelê xwe ta ku hûn bi yek dengî û rengî doz û êşa vî gelî nîşanî qada navnetewî bikin?. Ma gelo derfetên we tune bûn ji bo ku hûn cîyekî xort di nav hevkêşa Sûrî bigrin?. Çima hûn li derve man?.
Di rewşa îro de ji dêvla ku hûn hev xayin bikin çima hûn dîsa hewl nadin ku hûn ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hevre kar bikin û dengê xwe bighînin ciyê beryarê.
Tevdem di daxuyanîya xwe de di pirse, ”rengê Sûrîya pêşerojê wê çibe eger hemû pêkhatiyên welat ne beşdar bin”  û li gor wan dîsa Lozan dûbare dibe û pirsgrika kurdan dîsa tê firotin.
Birastî ev pirs gereke hûn wek tevger û rêxistin ji xwe bikin, kurdan wek milet bi hemû hêza xwe hûn destek kirin û piştgêrî ji we re pêşkêş kirin, lê mixabin hûn ji bîr dikin ku hûnin berpirsiyarê pêşeroja kurdan, eger cî ji wan re tune be, sedema wê hûnin, ji ber ku we berpirsiyarî û bar daye ser milê xwe û we hemû alîyên din bidûr êxistine.
Piştî kongira Cinêf  avrû û eşkera bû, PYD peyama ragihandina xweserariya dîmokratîk diyar kir, Ciwan Mihamed berdevkê ragihandinê dibêje ku ew hazirin ku ew xweseriye demkî ragihînin û dibêje ku wan ji hemû aliyan ve, xwe amade kirine ku xweseriya demokratî birêve bibin, lê ew wisa jî dibeje ku wan navê Kurdistana rojava bikar ne anîye ji ber ku bikaranîna vî navî hîn zore û hîn heyam jê re pêwîste û li gor Ciwan rewşa ku herêm di nav re derbas dibe na amade ye û hîn gelek bi navê parçe kirina welat wan tewanbar dikin û herêm jî ji gelek pêkhateyan pêk tê, ji ber wê wan xwestiye ku bikaranîna vî navî bi paş de bidin, ta ku rewş amade bibe.
Başe, lê ez bawerim partiyên din jî wisa digotin û dibêjin ku ew bi tena serê xwe nikarin mafên kurdan bi destxin, ew dibêjin ku kurd nikarin bê hemû pêkhateyên Sûrî pirsa kurdan çareser bikin, ji ber wê jî ev partî derbasî nav hemahengîya nîştîmanî Sûrî bûn, lê we got em xeta sêyemînin û em ê xwe ne êxin nav şer de û em ê xweserîye demokratîk di herêmên xwe de ava bikin. Li vir dîsa pirs hene eger îro hûn di herêmên xwe de nikarin bêyî pêkhateyên din xwe birêve bibin hûn ê çawa li ser asta Sûrî karibin xweserîye xwe bidin qebûl kirin û pejirandin.
Pirs gelekin û giringin û besiv li cem we ne û ji we tên xwestin, hûn dikarin bersivan bidin. Kurd dipirsin hûn ê çawa herêma kurdan biparêzin eger rajîm birûxe?. Hûn ê çawa xweserîye demokratî ava bikin eger li Cinêf rêkeftinek navneteweyî bi serkeve­?. Hûn ê çawa desthilata xwe li Efrîn, Koban û Cizîrê birêva bibin?.
Pirsa herî giring eger rajîm bihêriva hûnê çikin. Gelo hûn amade ne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…