Peyvek li Ser Helbestê.. Diyarî ji helbestvan û nivîskarê Kurd li Rojhilat (Ava Shîn) re

Konê Reş

Di baweriya min de helbestvanê ku zanînek ber fireh û serburiyên dûr û dirêj li bal nebin, ew ne helbestvane û nikare ti têkiliyan bi helbestê re ava bike. Tev nivîs an helbestên ku mirov dinivîsîne ji encamên ked, west, serburî û cefaya ku ew mirov têde dijî..û wiha ew mirov  bê kêfa xwe, bê dilê xwe, bê pilan û ji neçarî çend gotinên kurt û bi wate ji hinavê xwe dertîne ser kaxetê, da ku xwe rehet bike û bêhna xwe derxîne. Ew çend gotin Helbeste. Ango wek pîreka ducanî, dema ku dizê, bê çendî bêhna wê derdikeve..
 Mirovê helbestvan jî wiha ye… Bi gotinek din ez dikarim bibêjim ku nivîsandina helbestê qedere..Di wiha qeder de têkiliya helbestvan bi helbestê re destpêdike.
   Belê giringiya helbesta ast bilind eve ku, helbestvan karibe wê helbestê bi êş û janên xwe an kêf û şahiya xwe, nexweşî û şaşiyên civata xwe  an serketin şahiyên miletê xwe bihûne…Ji ber ku yê helbestvan nefereke ji civatê û ji gelek neferan hisê wî bilindtire, vêca pêwîste ew berî mirovên normal bi şadiyên xwe û welatiyên xwe re bikene, bi êş û janên xwe û welatiyên xwe re şînê bikşîne..Di wê şîn û şadiyê de  mirovê helbestvan dest bi hunandina helbestekê dike, û wiha têkilî di navbera helbestvan û helbestê de destpê dibe..
   Bi rengekî din; dema ku di zivistanî de baran nebare, di buharî de çûk û çivîk nexwînin, feqîr û xizan bê nan bin, ji êş û kulan merisî bin… Dema ku mirov di welatê xwe de xerib be, di bin zilm û zora neyaran de dîl be, zimanê dê qedexe be, gotina rast qaçax be… Hingê têkiliya, yê ku rast û turist helbestvan be, bi hunandina helbestekê destpê dike û hinavê xwe ji kul, xem û janan vala dike…
 
   Li dor têkiliya helbestvan bi desthilatê ve, ez ne bawerim ku pênûsek azad heye û ew pênûs ne di bin siya sansorê an terorê de ye. Nexasim di welatên cîhana sisyan de. Di van welatan de sansor rola xwe dilîze, ji ber alozî û gengeşeyên azadî û demokratiyê, û sansora ku heye polîtîkî ye bêtir ji civakî… Ji ber ku desthilatên welatên cîhana sisiyan ji nivîskaran bi tirs in, her dem û gav sawa nivîskaran di dilê wan de ye. Vêca sansora rêjîmên wan welatan rola xwe dilîze û şert û mercê xwe ferz dike..Ji ber wiha rewş, nivîskar bêçar e di bin siya terorê de dijîn, û pirê caran ji bêçarebûn sansoreke kesayetî (zatî) li ser xwe û berhemên xwe datînin, da ku berehmên xwe ji sansorê biparêzin û derbas kin..!
   Di baweriya min de, ev sansora zatî ku nivîskar li ser ramanên xwe datîne, ji sansorê desthilatan xerabtire.. Ji ber ku, heger sansora desthilatê perçeyekî ji nivîsandina nivîskarekî ku azad be, di nivîsandina xwe de, xetsor bike, nivîskar bi sansora xwe ya kesayetî (zatî) nivîsandina xwe tevî xetsor dike..
Nivîskarê azad, ew nivîskarê ku di hizr û ramanên xwe de zelal be, di nivîsandinên helbestên xwe de rastgo û mêr be, li navdariya, li ser pişta çend qedexeyên civakî negere..wek: êrîkirina li ser olê û hetîketiya bedena jinê..
Helbesta cîgirtî ewe ya ku li desthilatê nasekine, bi wêrekbûn şaşî û xerabiyên civatê eşkere dike. Ew şaşî û xerabiyên ku civat ji ber bendora wan paşketî maye..
Eger helbestvan mêr be, wê di nivîsandinên xwe de şerê wan şaşî û xerabiyên civatê bike, bê ku sansorê li ser xwe û berhemên xwe deyne. Gereke wan şaşiyan ji cemawere raxîne ber çavan, da ku cemawer di ser wan şaşiyan re biqevêze, li pişt xwe bihêle û hin bi hin ber bi xêr, xweşî û avakirinê re here..

Konê Reş, 19.01.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...