Sinciyên şoreşê

 M. Hec kebe

Bê gûman ku aniha em dinav pêlên tariyê de dizîvirin, ji ber ku ji şoreşa gelê sûryê re ti Gemiyên mezin û bihêz nehatibûn amadekirin Û bingehên serbazî jêre nehatibûn danîn heya em bi hêsanî karibin biva dengizê bi piş xwedin, çimkî ne afrandinek hêja  jêre çêbibû û nejî ew bi biryarekî hatibû dest рêkirin û qet ti istratîciyet jêre nehatbûn danîn ji ba ramangîr û hişmendên welêt, ewên ku salên xwe borîbûn li hember zordariya sitemkar, biserde heya ewên ku bi salan karê ramyariyê dikirin wan jî ti belgeyên Girîng yan рrogramên durust û pak û zelal ji paşeroja welêt re amadekiribûn,

ku hingî ji wê çanda liba wan de dest рê bikin, lê mixabin ev hemî tişit nehatibûn çêkirin, jiber bêtirîn miletên sûryê bi hemî êl û ol û partî û tevgerên xwe bawriyên wan biguhertina bivê awayî ta destрêka raрerînê tinebûn û birastî ew tiştekî balkêş bû kû bawriya piran tinebû bi hatina vê bûyera ku ji nşkava derketî meydanê û hîç raman ne dihatin bala welatîyan ku rojekê çirûsk û xetîrên azadîyê ji deşta Horanê de derkevin û karwanê serfiraziyê ji bajarê Der`a de birêkevê û alafa serhldana pîroz wê tîna xwe bighînê hemî warên vî xakî, lewra weqas рirsgirêk derketin holê di rojaneyên raperînê de û hînjî problêm roj broj dizêtin û рeyda dibin û cilên şoreşê yên рaqij pir caran ji reftarên dernexûn û ew sinciyên dervey pirensîpên tên bihîstin û temaşekirin û biserde Gunehên hin şoreşvanan dîmê şoreşa paqij bi leke dikirin, û birastî ew tiştên mera bêtir dikewkirînê ew ku ne dem û nejî şerê li hmî  war û qadên welêt bihevketî destûrê didê ku jinvde vegerê şûna xwe Û birengekî durust dest рêbikê, yan şoreşger riya xweyî ku caran çewt dere karibê serast bike bi dawşandina bedena xwe ji qirêj û toz û telaza roj û mehan û sinciyên ku pir caran şoreşgeran berve hovîtiyê dajon vegerînin rêdara mirovatiyê û karibin ew xêza xwar rast bikin û bi hemî şêweyan xwe ji karên tewanbariyê biparêzin, lê dîsa mixabin jiber berge nema ku ew hêvî bicî werin, lê ev rewşa nebaş grînge bi çi rengî be were rawestandin jiber ew yeke ji pir sedemên ku dihêle temenê rijîma Esed berdewam bike, û jibo vê yekê Grînge kû ew Gemara Gi liser laşê şoreşê qemitîye Ger bi çi awayîbe were maltin û xebatekî bilez jêrea çêbibe û ev jana kû di hemî waran de milet jê dibasin bibe qisweta ewleyên şoreşê li her cihekî kû ev neqencî lê peyda dibin û heya ewên karên ewleya şoreşê dikin dibê kesnî pak û veqetandî bin, çimkî ji rijîmê bêtir ne ji bercewendiya kesîye berdewama wan alozîyan ne îro û nejî ji paşerojê re, û Girînge ne tenê pêkhatina armancên şoreşgerî li qadan barê wan be lê dibe ew xemxwarê  ewleya hemî  taxên dikevin ber destên wan, çimkî ew berpirsê wê taxê ne, û ew berpirsyarê hemo şaştiyên bi destê endam û regezên artêşê çêdibin û her kesî dibin sîya encûmana leşkerî  yan yê bi artêşa azad re dixebitin, û pêwîste kû ew kesên şareza û serdarîya artêşê dikin xembarê vê stûbariyê bin, û her kesê kû dixwaze şoreş û şoreşvan rûwê xwe Geş û paqij bimîne û rê nede ewên diz, çapqin, uzek, tawanbar Gi li tax û kolanan ser berdayî bimînin û bi mêranî ew hêzên asayişê karbikin û Guhartinek bilez çêbkin ta vîna Gel bi şoreşê sisit nebe û nehêlin kes wan pêşmergên cangorin bo azadiyê têxînin terezûya hêzên ewlekar ta bi wan re netên pîvan di tenga wan tiştên kêm û dernexûn re, û jiber hestên Gelê sûryê ê bi deh hzaran pakrewan dane û hînjî didin vaca nebin, û bendewariya wan bo roja serfiraziyê, birometiyê, serbilndiyê nekeve xwar û bi carikê hilneweşe, jiber vî miletî bi Gelemperî êş Û tarîtî
Bi salan ji des rêjîmê kişandine bila ti carî poşman nebe û van pîsîyên ku her Gav peyda dibin nebin sedem ku welatiyên bi Geşî tev şoreşê bûne li xwe poşman bibin û riya xwe bi cihekî din de nedin û omîd û hêviyên ku welatiyan bi roj û şev dihûnandin netên wêrankrin, çimkî piştî ku şoreşa Gelê sûrîyê Ghîşte vê qonaqê û hînjî ne diyare ku wê heya kingî berdwam bike heya Rûs û Çîn û Îran piştgirîy Esed dikin, lewra dibê ku asoyên sinciya vê şoreşê were xuyakirin û yasayeke birûmet jêre peyda bibe û bibe rêbaz ji hemû leq û şaxên artêşa azad û hemî pê bawerbin û li hr dever ,Gund, bajar, bajerokên vî xakî bicî werin, berî Welat rûwê xwe berve şêlopêliyê bide û piştre berv bi cenga navxweyî û bê heş xwe dajo hêla çanda lawiriyê, ji ber wê çaxê wê pir zehmet be ku kes bi hêsanî karibe pêşîya wê lehiya genî bigre, lewra pêwîste ku rêber û qumandarên artêşê haye xwe jivê buyerê hebin û vê mijarê ji dilde li ser rawestin û têda bi hêz bixebitin û parastina mafên mrovan li leşkergehan were perwrdekirin û çanda yasay bibe biryar li seranserî welêt, û pir Grînge Gi peymana Cinêv ya mafê mirovan were belavkirin û ew leşker pê perwerde bibn li rex perwrdeya top Û tiving û çekan û ew mercên rageyandina  mafên mrovan li nav hemî leq û taburên leşkrên azad keve û ev mijar bibe stûbar li ba wan leşker û pêşeng û serdaran.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…