Mihemed EbdêSala 2013an hemî netew dikarin şanaziyê pê bikin û di dîrokên xwe de yên serkeftî de tomarbikin, ji ber ku piroje û berjewendiyên xwe yên kesatî û netewî û desthilatdarî….. Pêk anîn , lê mixabin rêxistinên kurdî dikarîbûn xizmeta berjewendiyên netew û dewletan bikin bi nakokiyên di navbera xwe de, ji bilî ku nikarîbûnti qizinca ji kêşeya gelê kurd re bi destbixin , û netewên dî sûd ji nakokiyên wan baş bigirin û sala 2013an salek mîna salên nexweş ku bi ser gelê kurd de hatin bê ku em ti xweşiyê di wan salan de bibîn û gihaye ku gelê kurd bêje ( her sal xwezî bi par) .
1-Piraniya çivînên encûmenên kurî bi hev re hatin li darxistin ji bo çareseriya pirsgirêk û nakokiyan di navbera xwe de çare serbikin lê encamên wan bê sûd bûn , û mixabin nakokî dijwartir daketin holê . di virde ez karim bêjim ku partiyên me yên kurdî bûne mîna (Tîma Hemzo tîma aşîtiyan, dema ku bi gokê bi tîma Berazîl re dilîstin û Hemzo gol li ser golê xwe hema tanîn ……… )
3- Bi çi helwestî wê kurd pirsgirêkin xwe deynin li ser masa dewletan û kongirê Cinêv2 ji ber ku ta roja îro ne diyar e ku pirsgirêka gelê kurd were gengeşekirin û ji bilî kongir çi hewildan hatine kirin , ji bilî karên hin partiyan yê tekane .
4- Çi Piroje û pilanên kar yên partiyan di paşerojê de hene ?
Ev çend xal nimûne bûn ku ti berhemên ber çav tine bûn di sala 2013an de , û em ê baş zanibin ku qenciya sala 2013 an bi kurdan kir ku sal bi dawî bû ji ber ku ti pêşveçûn li ser asta kêşeya gelê kur pêş ve ne çûn ji bo vê yekê em dikarin sala 2013an salek bê sûde û wate binav bikin.
Dive ku em baş sûdeyê ji sala 2013an bigirin ji bo şaşî û nakokî dubare nebin û pirsgirêkin gelê kurd têk neçin , û sala 2014an bibe sala çareseriya kêşeya gelê kurd û gelê kurd bigihin armancên xwe .
Qamişlo 5-1-2014

Şîrove (0)