Nûçe

Konfiransê Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya şaxê Hisiça

Dest pêk: Mamoste Hekîmê Revê bi  çend peyvên hêja destpêkir û xwest ku beşdar kêlîkek bê deng ji bo  nemirên azadiya gelê me rawestin , Li ber sirûda Ey Reqîb û bi dengê Şivan Perwer hat gotin.
Gotina şaxê Hisiça ji aliyê mamoste Xalid Omer hat xwendin tê de xwest dîroka yekîtiya şaxê Hisiça bidê xuyanî , çawa go ji dest pêkê de xwesteka wê bû go yekîtiyek giştî bê damezrandin.
Fîlim: fîlmekî dîkomentî ji aliyê mamoste Umran Yusif het pêşkêşkirin , ew jî pir bedew bû dikarîbû hemi çalakiyên şaxê bêne ber çavan , tiştê herî balkêş tê de ew dîtingiha ku nivîskarê mezin Mehmûd Sebrî – Evîndarê Xemgîn – çawa çavên wî ji hêsirên kêf û dilşadiyê şilbûn dema ew hate xelatkirin.
Piştre herdû mamosteyan Salar Elo û Umran Yusiv bi awayekî nivîskî hemi karên yekîtiyê jimartin .
Rêbaz : Mamoste Ibrahîm XElîl rêbaz xwend û bi hûrbînî li ser taybetiyên avakirina şaxê rawestiya .
Rapora diravî : ji aliyê mamoste Xoşnav Silêman hate xwendin .
Di dawî de helbijartin hatin çêkirin û wiha komîta şaxê ji endamên bi ser ketî ava bû .
Ibrahîm Xelîl : Serokê şaxê
Hekîmê Revê : Cîgirê serok
Salar Elo : Razgir
Xalid Umer : Berpirsiyarê ragihandinê
Xoşnav Silêman : Berpirsiyarê diravî
Ji rêvebirina karê konfirans xuyabû ku şaxê Hisiça gelek simînar û çalakiyên balkêş pêşkêş kirine , ji ber vê jî , Ew wek şaxekî hêja û hevgirtî karê xwe bi ser firazî dike .
21.12.2013

 

 

 

 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…