Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya Rewatiya Xwe Ji Qamişlo Sitand

Mihemed Ebdê
 

Di roja În ê  11.10.2013- an de , kongirê giştî  yê nivîskarên kurd li Qamişlo hat damezrandin, dibin durişma ( Nivîskar Wijdanê Gellan  e) Ji bo vê yekê ji me tevan tê xwestin em bi wijdan ê xwe rajin pênûsê û  binivîsin wek ku me dît , ji ber ku tê gotin ji mêjve (Werîsê derewan kin e) Û ne bi got-gotan nivîskar helwestan avadikin  ji ber ku her derew wê eşkere û zelal bibin, û derew li mirîyan dibin ne li saxn.
Sebaretî axavtinên çewt , yên ku tên gotin li kolanên û koşeyên reş û zik reşiyê. Yên ku ta îro ji bilî hêrîşên dijwar nayên li ser masê yên ku em ji wan ti sûdê nagirin ,  lê belê tenê  ji bo rew-rewkê li ser rewatiya kongir çêkin yê ku cara yekemîn e di diroka niviskarên  Rojava de 144 nivîskar komdibin di kongirekî li bajarekî pîroz ,li Qamişlo, tevlî vê jî hin hen dixwzin pêl dîmuqrasiyetê û vîna van nivîskaran bikin û kongir beravêtî bikin , tenê ji bo berjewendiyên xwe yên kesane her karê xerab dikarin bikin û bêjin: Me digot kes nikare ti kongiran ava bikin di vê qûnaxê de , lê hêza rastiyê û tim biserdikeve  û bi vîn a kesên dilşewat ji bo xizmete kurdayetiyê û wêje ,çand û kiltûrê kurdî  tenê mabesta wan ne, dûrî berjewendiyên kesane û xwesteka wan welatek sazkirî bê avakirin di paşe rojê de .
 Ji wan re dibêjim yên ku merc didanîn û digotin: Kes nikare ti kongiran li darxe ,Ez dikarim bêjim wan  ( kevir ê biçûk yê ku ti necibîne……..)   ji ber ku em tev dizanin ev piroje ne ji ber avê hatiye û ne jî zayînek siruştiye, lê belê bi ked , xwêdan û xwîna birek nivîskar ji hemî bajar û bajarokên rojavayê kurdistanê ji hindiriwê welat  û bi şêwirdariya hin nivîskarin li derve ,  piştî 2û salan ev kongir hat li darxistin ,  ango ji ber giringiya hebûna saziyek û seywanek nûnertiya nivîskaran bê damezrandin girin û pêwist bû .
Rexin rewa ye , û bi rexnê pênûs riya xwe nasdike û bejna wê bilind dibe.
Ez jî dengê xwe tevlî hemî rexnên rewa dikim , û dibêjim şaş î hebûn, lê nayê wateya ku em xwe disr her karî re bigirin û nivîskaran na pejrinin ji xwe pêve û dijîtiya her karî  bikin û lingê xwe lê karê ku hatiye avakirin bixin ji bo em kesna razî bikin û xwe bixapînin .
 Ji ber ku ev kar- karekî dirokî ye  û di dîrokê de hat nivisandin û ji bejna pênûsa ne rast bilindtir bû , û bilindtir e , û hemî pênûs bejna xwe li ber karek wisa ditewînin.
Banga min ji hemî nivîskaran re ber em daran di sere xwe de ne kutin. Lê werin em hemî li yekîtiya xwe bibin xwedî ji ber ku ev yekîtî  mala we ye,  sêwana we ye , û tenê yekîtî me sere bilind dike di nav gelê me de û morale gelê me geşdike .
Ji bo em tekez bikin ji xêr nexwazan re  ku hêza rastiyê ew e hêza herî mezin û bejna pênûsa xwe bilind bikin dûrî nakokiyan û berjewendiyan û kînê  û em diyar bikin ku  ( Nivîskar Wijdanê Gellan e )
15-12-2013  Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…