Çima BBC dijminatîya Kurdan dike?!

  Dr. Azad Ehmed Elî*

 Yek ji şaşîtîyên me kurdan ewe kû baş em dost û dijminên xwe ji hev nas nakin. gava em nas dikin jî, zû wan ji bîr dikin. Berî nêzîkî sî salî piranîya ronakbîr, siyasetmedarên kurd rista dewletên sosyalist, û di pêşîya wan de dewleta sovyêta berê, weke yekemîn dostên kurdan didîtin. Piştî komkujî ya Helebçe çalakvanekî kurd çû serdana dostekî xwe li serokatîya partîya kumonistê soviyet kir, pêre axivî, gazind jê kirin,  ji wîre got: (em miletê kurd wek dostê dewleta soviet li hêvîya alîkarî ji we dikin, em  ji we li benda helwistek baş bûn …)

 Ew endamê bilindê soviyetî bişirî û bersiva wî da: (başe kengî em dostê hevbûn?! me tu caran ne gotîye em dostê kurdan in, hûn ji xwe re di bêjin… here bira em di pêşîyê de wek pirinsîp dostê dewlet û hikûmetên rojhilata navînin.)
       Piştî şikestin û herifîna rista sosyalist, dîse beşekî fereh ji me kurdan, girûpa dewletên rojava dibînin wek dost ji gelê kurd re, bêyî  ko wan haj ji vê dostanî û hejêkirina yekalî hebe.
 Mebesta min ya yekê ji van gotinan ew e, ku bênim bîra xwêneran, ko pêdivî ye em  ders û sudê ji wê heskirina yekalî ya berê bi sovyetan re bigirin, berî em li pey leylana evînek din herin. gereke her dem li bîra me be, di dozên istratîcî û navdewletî de dilxwazî û dostanî têrê nake, tenê di piraktîkê de bercewendî û hevkarî hene, bercewendî ew tenha cihên xwe li ser zeviyê digirin.
 Dîsa em di vê mijarê de pirsyar dikin, aye kî dostê me ye, herweha (rojava) peyvek mezine, çiqas dewlet û dezgehên sivîl dibin vî sernavî de hene?  
Ji mêjve wek nimûne û nîşan, rûmalkirina BBC ji kêşeya kurdî re dişopînim,  dixwazim bizanibim digel xwêneran, gelo ew rûmalkirin  erênîye, bê alîya, yan na, bêhina dostanî yan dujminahîyê jê tê. çi kesê dîroka gelê kurd xwend be, baş dizane ku dewleta Birîtanya (UK) siyaseteke kolonyalist a hûr û kûr li dijî kurd û kurdistanê bi salan ajotîye. Pirs birengekî din ew e, ta çi radeyê ew dezgeha  navdara nîv serbixwe (bbc) dikare ji bin bandora wê polîtîka kolonyalist a ingilstanê derkeve?
  Gava radyo – êzga dengê emerîka berî nêzîkî bîst salan weşan bi zimanê kurdî balavkir, wek pehingavek serdemî di medayê de bû, û belkî di polîtîkê de jî hat dest nîşankirin. Piştî weşana (VOA) bi zimanê kurdî gelek kesayetî, dezgehên kurdî hewldan kû (bbc) jî beşekî bi zimanê kurdî veke. Lê mixabin qet bbc pilan nedanî bû ji bo weşanê bi zimanê kurdî, lê belê bi hersê zimanên dagirkerên kurdistanê weşanê dike( Turkî, Farisî, Erebî).
 Lê helewist û kiryara mirov li hember matmayî dimîne ewe ku radioya  bbc  li van çend salên dawî yê weşana xwe bi zimanê Erebî li herêma kurdistanê xurt û fereh kiriya, bi taybet li ser şepolên  cihikî (FM), digel ko serê sedê not ji welatî yên herêma kurdistanê bi erebî nizanin! ev tê çi wateyê û manyê, tenha yek wate heye: bbc tekez dike ku ev herêm deverek ji welatekî erebî axêve, yan jî dixwaze zimanê erebî pirtir li herêma Kurdistan belav bike, lê çima bizimanê erebî weşanê li nîvê paytexta kurdistanê berdewam dike?
 Ev gotinên jorî hemi  hatin bîra min gava berî demekî di 24 /10/2013 bbc filmekî  dîkyomenterî dirêj (44 xulek) li ser herêma kurdistanê belav kir. Dîsa pirisyar ew e ku filim li ser çibû? Mirov şerimdike binivîse lê pêdivîye em diyar bikin, filim li ser sunetkirina keçan bû, ango wek bi zimanê erebî hatibo binavkirin li ser xitan ê bû (birîna nav ranên keçikên piçûk).
  Ew filim di heman demî de wek raporteke rojnamegerî li rojnama (The Guardian) ya birîtanîya navdar de, hatiya belavkirin. Têde çi gotin? çi dan xuyakirin: (ev dozînewe piştî sala 2004 hatibû naskirin, piştî hin tîmên civaka sivîl li gundên kurdistanê geriyan, bi taybetî li germiyan, ev diyarda wêran dîtin!)

 

  Di medya yê de  herdem du pirsyar girîn ev in: çima ev babet, çire ev dem?
 Di bawerîya min de gelek babet hebûn li kurdistanê kû BBC û Guardian li ser rapor û dikyomentere çêkin. bersiv ewe ku dem pişî serkevitina helbijartinê perlemana kurdistanê bû, Kurdistan weke devereke aştîxwaz, herêmek demokrat û pir reng rastîya wê hat xuyakirin, wêne ya herêma kurdistana iraqê li hemî  alîyên dunyayê şewq da, bû cihê pesinê. Di dem de kû li her çar dewlet û alîyên kurdistanê teror û cengên bîr û bawerîyên teng berdewamin, cîranên kurdistanê serê hev jêdikin, goştê hev dixun, gelek kes bi hovana xwediteqîn, civakên hemsînorê kurdan bi salan şûnde vedigerin…
Vêce  diyare çê nabe kurd bên xuya kirin wek miletekî şarevanî û demiqrasî ji alîyê medya UK ve.  Wek ancam bbc xewst çi name yê  bigihîne?
BBC û Guardian vegeryan û anîn bîra bîner û xwêneran kû Kurdistan wek pênc dewletên Efrîqî yên li paş e, û bitaybet Somal ya, keçan sunet (xitan) dikin, kurd jî   miletek islamîst  pir li paşin , vê hovîtî yê derheqa keçikên  bêguneh de dikin…
 Li dawî ez gazindan ji (dostên ewripî) nakim, gazind her divê em ji xwe bikin. Ji ber
ya durist ewe  ko yasa parastina jin û xêzanan ko perlemana herêma kurdistanê di sala 2011 pejirandî aktîv bibe, keç bên parastin ji vê edeta xirab, cezakî mezin li pey kirina vî karî hebe. Ka pişt re emê bibînin medya Birîtanî  dê raporek xiraba din, li ser çi alîyê jiyana (kevine perest) li kurdistanê belav bike.
ـــــــــــــــــــــــــــ
*Akadimî, sernivîserê kovara Alhiwar.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…