Zimanê me, hebûna me ye.“Pêncşema Ziman” a duyemîn jî qediya, zikêşên zimanê kurdî xwe bi kurdiya şêrîn derbirîn, bi coşek mezin xwedî li zimanê xwe derketin û tenha bi kurdî xwendin û nivîsandin. Fikir û giyanên xwe bi kurdî nivisandin, û ew gaveke pîroz bû.
Hêviya me ji pirojeyê ew e ku “Pêncşema Ziman” berfirehtir bibe, hemû roj û wextan kurd tenê bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin û binivîsin, her wiha bighê her çar aliyên Kurdistanê û kurd ne bi zimanê serdestan, belê bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsin.
Di pêncşemên ziman ên li pêş de, emê hewl bidin rêziman û şêweyên fêrkirinê biweşînin, her wiha emê hewl bidin jimarek mezin ji facebookiyan tev li pirojeyê bikin, taku facebook tenê bi kurdî biaxive.
Piroje ne ya kesekî û duduwan e, belê ya hemû kurdan e, êdî bila her kes xwedî li zimanê xwe derkeve û tenê bi kurdî binivîse û bixwîne.
Tu kurdî, zimanê te heye, pê bixwîne û binivîse, tu çima bi zimanê dijminê xwe dixwînî û dinivîsî?







Şîrove (0)