pêncemîn berhema Helbestvana kurd Mizgîn Hesko derket

  Piştî çar berhemên hêja :
*Tipên evînê ….avdar 2007 ji çapxana Bafet.
*Asoyekî tijî Endeko ..tîrmeh 2008 ji weşanên Han.
*Di nav henasên kovanan de …avdar 2010 ji weşanên Han.

*Li ber pala welatekî birîndar diherikîm…avdar 2012 ji weşnên Han.
Helbestvana kurd Mizgîn Hesko bi pêncemîn berhemê xwe (Ristek lale ) tête beramberî xwêner û hezkiriyê helbesta kurdî ,lê vê carê bi helbestên xwe yên dema destpêkê û bi şêweyê kilasîk.

Di pirtûkê de 30 helbest cî digerin
Ji 58 rûpelî ew pêk tê
Tabloya bergê ya hunermendê kurdî şêwekar mamoste Inayat Attar e
Ji nav weşanên Han- Berlîn derket-û hate çapkirin.

Bi hêviya ku ev helbest pirtûkxaneya helbestên kurdî dewlemend bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…