Wê hinek bê hebûm, û hinek wê bêjin nebû… Mebest ( PYD )

Şevger

Partiya Bassa Suriyê bi hijmara xwe ew hijmara yekemîn bû ji ber rêjîmê bi
zor û kotekîya xwe xelek dikir bin bandora xwede , para u kar u xwendin u nexweşxana
ji van kesan re hesan dikir bi wataya bertîlekê ku xwefiroşê Bassê jê mefa bigrin..
Piştî Partîya Qumonîsta Suriyê bi hijmarek xurt li pêş bû, di wan demê ku
partiya Qumonîst dij û li hemberî partîya Bassê di rawestîya ,, lê dema partîya
Qomunîsta Suriyê derbasî Encûmena niştimanî ya hevalbend bi partiya Bassre ,,
 îdî partîya qumonîst bo daholkutet û
çepikvanek ji Assadre û hêdî hêdî parçe û lawaz bû ,, u di çavê milet de bi
qelemek xerab û pîs tê dîtin ji ber hemû zagonên xerba yê li ser kurdan u li
her cihekî ku Assad derbas kirî ew partîya qomunist şirîke,,îro partîya
qomunist nema û pûç bû û rû reşbû.

Di destpêka şoreşa Suriyê de, Tevgera partiyên kurd û Rêzbendên Xurtan li her
bajarekî kurd li Rojavayê kurdistan bi 20 000 xelk radikirin meş û xwepêşdanan
, lê layêngerê pkk (PYD) nikarîbûn 100 kesî derxin çalakiyan û dema derdiketin
ew ji buna şer û xirakirinê derdiketin u ev weku dekoment parastîne di Yutobe û
googel de,, ew 100 kes derdiketin u wêneyê Ocelan bilind dikirin û suretê Beşar
Assad ,, Saloxdan û şiaratê wana ev bû ( Tecrîdê ser Ocelan rakirin û bimre
Ordogan ), ev 3 sal PYD di yek calakiyê de ne gotine bimre Beşar Assad,,yê bêjê
gotine, de bera ji kerema xwe Wêneyekî nivisandi ya wan calakiyan bide min.

Heya 1 sal ji Şoreşa Suriyê PYD nebû,, yan bi 100 kesekî pêşdar dibûn ew ji li
dijî Turkî û diji partiyên me bû ,, lê dema ku rewşa Suriyê ber bi şerekî
navxweyi meşiyan û gropên çekdar pêyda bûn,, yekser Beşar Assad hawara xwe
gihande Hesen Nesrollah u hozbollah de alikariya wî bikin di hêla şam û Homos
de,, her wisa Beşar Assad ji partiyên tevgera kurdi xwest u teyarek şiyande
balafira Qamişlo lê Partiyên Rojavayê kurdistan xwestek u dîtina Beşar Assad
red u refd kir ,,
Beşar Assad şiyande pey Salih Moslim û Ji Qandîl Ew Anî Suriyê,, qaşo berî
hingî digotin hokmê darvekirin îdanê ser Salih Muslim heye .. Salih hat û
rêjîma Assad hemû rengê çekan û Sîlah da wî,,

1980 PKK li Bakurî kurdistan derbeke istîbaqî li wana xist li hemû partiyên
kurd yê bakur,, gelek rêber û kadir kuştin,, li Europa jî êriş berdana ser
kadir u rêberên bakur û hemû kirin hedef u amancên terora xwe û her kes kirin
xayên û pîs û gotinê xerab ser keç û jin ûnamûsa xelkê gotin u evqas metodên
xerab bi kar anîn ser tekuşeran û welatparêzan de mecbûr bibin u devê xwe
bigrin û yanjî ne nivsînin.

PYD alîkarî hişkere ji Beşar Assad girt u Assad destê Salih Moslim azad kir kî
bigre û kî bi kuje û kî bike zînadan yan berdê wana ji welat… çekdarên PYD
hemû zarokên 12 sali yan 15 salîne,, ev zarok zarokên kurdana dibine êsîrê ramana
Salih Moslim ku beravanîyê ji Beşar Assad bikin de herêma kurdi dervê şoreşa li
dijî Assad be… Assad bi xwe ew rêberîya Nisra û Daiş dike,, Assad u Maliki u
iran van gropên musliman tîne herêma rojava u heya hedekî PYD bi xwe di
berjawendîyên xwede xwest ku wan gropê tûndraw u musilmanan bîne û bikşîne şer
,, u çend caran berî niha bi zanabû teqînin dorst kirin doz ji wan teqînan de
xelkê bikin bi tirsê u tenê berê milet bidine muarada suri u de berê kurdan ji
Beşar bigherînin..PYD wê her metodekî bi kar bîne de xelkê bi xweve girêde..PKK
– PYD ser peyva şehid ser peya em namusa kurdan diparên uuu ,, PYD qebûlnake ku
pêşmergên rojava werin ,, pêşmerge li hundur jî hebû , lê PYD hemu girtin u
kirin zindanan .

PYD û Pêla şer ( Iran û Assad û Maliki û daiş û Nesra ) ev tevde naxazin Assad
bi roxwe u here ,, ev tevde li diji serkeftina Muarada Surîyêne j (itîlaf ),,
Ev bazirganê şerin wê ne xema wanabe ku çend zarokên kurdan şehid bibin yan
çend ji van gropên ser bi wana ve bimirin,,
De Salih Moslim xwe bike qehramanek divê bi sîlahê hikumetê şerê partiyên kurd
bike weka cawa pkk di salên 1980 hişt ku hemu serokên partîyan birevin Europa
,, bi vî metodî Salih u hikumetê Mişaal Temo şehid kirin û her wisa Nisredîn
Birhik kuştin andamê mekteba siyasi ya parti demokarti kurdi li suryê , u
jimarek din kuştin mina bavê candî u Dr zerdeşt u pir kes… PYD dest bi êrîşa
ser rêzbendên xurtan kir u pir xwurt kuştin u pir revîyan ji welat û çûne başûrê
kurdistanê

PYD hikûmeted demkî ava dike li gor qiyasa xwe û di bin bandora xwe de, ev
partîyên biçûk u kesê xwe li dor wê tevde yê pûçin û ti bandora wana nîne u
andamê wana jî nînin,, tenê PYD ew ji xwere kirine hijmar (reqem) ew gropê
Filha ( seryanî u aşurî) û ew Arabê Xemir yê ne xudanê cih ,, u çi kesekî yesar
û çep û çepel ku dasika wan riziyaye li mala wana u li Mosko u ser vê de (
Heyaata Tansîq ) jî andame u dinav deye
PYD bi zora xwe Ala kurdistan ya netawî qedexe dike û dişewtîne u wêneyê
Barzaniyê nemir diqetîne u dişewtîne u peyva pêşmerga qedexe dike.. dihna xwe
bidin ramanê PYD ew şerê her tiştê pêroz u sembul dikin,,, lê PYD parastina pût
û senemê ASSAD dike li Qamişlo u parstina Suretê Beşaro dike,, berî heftîyekê
Arabê Bassî u Ala Bass ê û suretê Beşar bilindkirin xwepêandan kirin di zikê
Qamişlo de u qaşo Salih Musilm dibêje min 40 000 çekdar heye u dibêje va min
hikumeta demkî ava kiriye … başa çima van çekdarên wî 4 fîşek ne avêtin wan
bassîyan yê xwepêşandanê ? çima Ala Bassê ne şewitandin u çima suretê Beşar ne
anîne xwarê ?? lê tenê PYD dikare suret Barzanî u Ala kurdistan bişewtine…
tenê dikare bi 10000 sofîkên xwe perwerde bike u derxe kolanan de bêjin Barzani
xayîne … tenê dikarin xurtên kurdan bikin zindanên xwede ..lê yek kesên Areb
di zîndanên PYD de nîne ,,

Bassa Suriyê xwurt bû û Leşgerê Suriyê xurtbû ,, lê niha ew Bassa Faşist u leşgerê
Assad têne hilweşandin u di demek nêzîk de Beşar diçe u PYD ji dice , çawa
Qezafî u Mobarek u Salih Ali u binali u leşger û hêza wana jî çûn u ketin
Mezbela u çop u gemra dîrokê, weku ku nebun,,, nêzîk wê  PYD ji bi rêjima ASSAD biçe û heger kurd PYD
afû bike , lê Areb wê Afûb nakin ji ber xwe kir hevalbendê ASSAD `re di qûnaxeg
giring di goherînek dîrokî de, ji dîroka nû ya Suryayê ,sûc sûcê PYD ye ku ji
xeta niştîmanî û hem ji xeta netawî derketîye, wê hinekê bê PYD hebû û hinekê
bê nebû.

Şevger 25.11.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…