Lewend Dalînî
Gava mijê kezîyên te ramûstin;
Hêvîyên dilê min
Tevzînok dan
Çirîsk di peravan de
Belbelîsk didan,
Û di semaya hejîna wan;
Dida pêçan
Ji wan dexsok di bû,
Û xwe winda dikir
Xewnên minî xeydok
Ên bi xwehdana memikên te
Dihatin stran;
Nanê wan şkeva
Dihat
Û xweşîya mihtinê û tevdana
Sîng û beran
Te li wan dida mandelê!?
Hêvî û xwzîyên dilê min ên di hogirî
Sosinên tey xunaf girtî de,
Lept û tevgera wan kêm dibû, û di
Sînorê xwey bi mitale de
Kurdûnde xilmaş di bûn
Dilbijokî û xwestekên hev jiyanî
Di kelaya damaran de ew jî
Pûç dibûn…..
Ez li hespeke bayê swardibûm
Û weke baraneke tevli ba;
Min newalên dilê te
Sînor bi sînor, baweşînk dikir
……………Lê te li min
Hovenedida!?
Min xwe kire gemîyek ta ez deryaya Çavên te
Bi dîmahîk bikim?!
……………Lê te gemîya min
Newq kir?!
Ez bûme ordekek,
……………Lê min nikarîbû gola dilê te
Derbasbikim?!
Min xwe kire xezalek
……………Lê dîsa jî min nikarîbû, deşt û zozanê te
Bi dawî kim!?
Sira bayê sibeha
Dewsa tilîyên min li ser laşê te
Di revand
Têhna germaya nîvrojê
Bêhna axafinên min li ser lêvên te
Ziwa dikir
Ez tî dibûm û li deşteke vala
Sawîrê te li pêş çavên min dibû weke leylanê
Her nêzî te dibûm,
Tû ji min bi dûr diket û tu di revî?!
Ne te ez hembêz dikirim, û ne jî te tehna min di şikan
Û westîyayî ez di hejhijîm
Ne kêferata min bi dîmahîk dibû;
Ne jî xewna min diçû serî…!?
Û bi hilçenîyekê re….
Hêsirê çavên min;
Rewrewkên wan,
Kelogirî dibûn…….!?