Pîrozname ji Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya Ji bo Şaredarê Amedê

 Silav û rêz
Ji Şaredarê Amedê mamoste Osman Baydemir yê rêzdar re.
Bê guman, di dîroka gelê kurd de bajarê Amedê Xwedî navekî pir buha û navdar e. Xwedî cihşîn û şikodariya berevaniya gelê me ye. Bêdiro! Amed dilê kurdistanê ye. Cihê raperîn û liberxwedanê ye. Nemaze ko kar û barê vî bajarê gewre di destên mirovên wek cenabê we gewre, zana û rêber de be. Xebata we gavek ji erk û stûbariya we ya dîrokî dinirxîne. Teqez bi destê we û bi xebata we bi navkirina navê bajarê Qamişlo li sikakekê li bajarê Amedê ji her kurdekî dilsoz re pir bi nirx û sûde ye.
Cihê serbilindî û şanaziyê ye. Wek hûn dizanin li kurdistana rojava bajarê Qamişlo navenda biryara kurdî ya ramyarî û rewşenbîriyê ye. Em bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya vê gava we pîroz dikin, serkeftinê ji xebata we re dixwazin û li hêviya gavin mezintirîn in.
Hûn her bijîn ji bo derbirîn û çareserkirina pirsa gelê kurd li bakurê kurdistanê û ji bo nêzîkirina rojên riha û xweştir ji gelê kurd re.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya
20-11-2013
Bajarê Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…