Bîranîna Laliş

Kovan Sindî

Çi kesê maçek ne dabîtin cama şeraba evînê bi hoşhest
Nizanîtin çi di bêjîn ji çêjeya gîyanxor ku xistîn deryayê mest

Ji ku hest, çûn hest dikîn gezt, ku bi ez vebest ta dil şikest ?!

Çi dikêşîn cefayê ji dest bi lêvan ra ku jivan derketîn kest  
Bi xwedê ger dilop nebaye da ez ji ez nebîtin ji xwerist 
Ma nedikêşa vîyan bi şîwen ku daye me ji canpakê hevrist

Varî fêrbuyîn biçîn bi dest, ta rabuyîn ji pêyan me engost gezt
Wê bigehîn kuda serkarwan diçîtin ku ji nû xistîn rê ji qest ?

Fêr nebuyîn ji êşanên cestpeywest ji nalînan ziman ne rawest
Lew diçîn parsê te ji lingan dixwazîn li me bune tacê perwest

Ma çi dizanit bihayê xor derwêş di tavên mahê xwelî nişust !
Xwe nas naketin pîrê bawerdust bi maça reş hest dibît şayest

Neçar kirîn ta me bi pencan laperê xwe ji bin xwelîyê derxist
Guneh li me parvebun, ku ji nax yekîn ma ketîn di yek payest

Kaferîn ku gîyan bi perîçeng ra perwêzîn çi kirîn ater perest
Xwe dibînin drust er bi kevirê reş bi gêrin vebiçêrxin we perest

Tenha ji mebest dagîrkirina can bi cest bê ku ji xwe bikîn hest
Sernixûn bi peyvên ne ji me hest, aferîn yê  bizanît ev çi helwest

Peyvek pertuka reş nadim bi hezar Qureyiş, werin bimeş Laleş
Perêsim weş da xelk ne bêjin kurd bêresene hatî bi ola me vehest

Cîhan frî çi perwazin gehan xerçeng di kevan gerdûnê val î mest 
Hêşta melê li ser pivê dike gengêş ka pê dikeve yan na nivêjdest!  

Ger nizanê çi di nalîn, tenha qencîyek bike ji bawrîya bi tu rast
Tasek reşengor av bi dest ba sevîya gunehan di pişta Kov hilawest.

15.12/2004 . Nyköping.

Narînê şenge zînê
Kenî ji şêwe hengvînê
Sewda ji ser di firînê
Dilê kovan di helînê.

Ba dilopek badê bam
Di cama tey zêr keftîbam
Belku lêvan nuşî bam
Da ji mestî sermest bi bam.

Dilê min bi gire bi doş
Di engoştên xwe da bi poş
Da li min bêtin ve hoş
Çêja evîna te bi nuş.

Tu rojê çi gerdûnê
Peyda me di te hebunê
Nebê em ser nixunê
Jîyan rohnîyê nabînê.

Ger zemîn bi te nexweşe
Li ser van çavan bi meşe
Sirwe bi min çi binefşe
Herçax bi ser da di nexşe.

Aarhus.31.03.2005

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…