Şanda Yekîtiya Nivîskarên Kurd –Sûriya beşdarî boneya 53 ê salvegera Sînema Amûdê dibe

roja 13-11-2013-an de  53-ê sal di ser şewata Sînemeya Amûdê re derbas dibe, di van salên bûrî de vî bajarê birîndar gelek kul û êş dîtine , lê her û her ew ji wan bobelat û jankêşanan xurtir derdiket ta ew bûye navenda berxwedan û serbilindiyê .

şanda Nivîskarên Kurd bi Amûdiyan re tevlî bîranîna cangoriyên Sînemê bûn, çawa wan gelek kar û bar ji bo sermedî kirina vê bûyera dîrokê bi awakî balkêş amade kirine.

Wêneya nemirê peyva ciwan parêzer û endamê Yekîtiya Nivîkaran Hesen Dirê`î di nav cangoriyan xuya bû , çawa nervîna bêbext ew demekê ji wan dûr xistibû . Wêneyek hêja li gor bejna Mihemed Se`îd Axayê Deqorî  jê re hatiye çêkirin û di sînga Sînemê de didanîn.
Bîra ku 16-de  nemir tê de çûne ber dilovaniya xwedê ji nû ve vejiya bû ,dewla wê hêsirên xwe bi şelîtê re dixindirand hindirê bîrê .
Mamostayê hêja Fehid kurê nemir Mihemedê Se`îd  Diqorî berê şandê ber mala xwe ve da , gelek şûnmayên Bavê xwe Mihemed derxistin ber çavan û gelekî bi dîtinê şad û kêfxweş bû.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…