Êzidîyatî di baweşa Zerdeştîbûna PKK ê da fetisîye ..!

 Hejar Midîr Dawud

Ez mame heyrî wisa fikir u hizran dikim.!! Gelo ma edelojîyeka Sîyasî xwedî hzirên yeksanî u kominstî mîma PKK ê wê çi mifayê ji tevlîhevkirn u şêlokirna Olekê bike, naxasime  eger kevneperistên wê Olê ( Dîyanetê ) jî bi xwe dinav wê tevgera sîyasî de teslîm bibûn ..

Eve, diruma me u merema veşartîye PKK ê ye serê çend salan e, wisa di serê nivişê nû u kevinde u bi taybetî Êzidîyên bakûr u rojavayê kurdistanê da çandine ku Êzidîyatî paşmawê Zerdeştîyetîye ne, yan jî Êzidîyatî u zerdeştî yekin yan jî bi selîqek din Zerdeş pêxemberê Êzidîya ye ! .
Pir caran li TV u alavên ragihandinê yên bakûr u rojava dibîsim, dibêjin : gelê me yê zerdeştî li rojava yan Bakûr ! ew li cem xwe basê Êzidîyan dikin ! , ke wata di nav dû kevanan de ( merem jê gelê Êzidî ), di vê kêş vekêşa han da hêdî hêdî Êzidîyatî winda dibe u gelê Zerdeştî jî bi saya serê PKK ê cîyê wan  digre !
Li vir da nêçîrvanên van core gotinana şaş famnekin  , ez ne li dijî bîr u bawer  u fikrin zerdeştîyetê me, yan jî ez ne li dijî PKK ê wek rêxistinek Sîyasî me, beruvajî vê yekê di hundrê kurdînîya minde ew di canê minde ne, lê gerek bêjin rast raste u çep çepe , dema şaşîyê bikin u bi hestê meyên Olî u civakî u kurdînîya me bi lîzin gerek em bêjinê STOP.
Kurdên Êzidî  wek Ol u civak 72 caran hatine qirkirin, mixabin carne jî kurdên Musilman jî bûne dar u destekên dujminê mirovatiyê u kurdînîya me u biratîye me tevî hevkirne, ev yek jî li bin çetirê Musilmantiyê bûye , lê wisa jî Kurdên Êzidî berxudan kirye u berevanî ji bîr u bawerên xwe yên bi zimanê kurdî kirne u teslîm nebûne , lê mesela zerdeştîkirna Êzidyan meselk dine divê were baskirin, gelo ma ew 72 ferman u qirkirnên Êzidîyan na ji bo hindê bû ku Êzidîyan ji ola wan veqetînin u bînin musliman bikin yan Kiristîyan bikin u HTD . ma zerdeştîkirna Êzidîyan em çi kiryarê yan çi navî   li ser danini ??   

Êzidîyatî u Zerdeştîyet :

Bi kurt u kinik hinek xalan da u bi lezgîn, cîwazîya di neqeba Êzidîaytiyê u Zerdeştîyetê bêxim rû :
1.  Zerdeştî Rojîyan nagirin,  Êzidî Sê rojîyan ji bo Azda anku Xweda digrin .
2.  Zerdeştî miriyên xwe na veşêrin, Êzidî mirîyên xwe diveşêrin u bin Ax dikin .
3.  Mesela Êkanîya xwedê .. Êzidî di bêjin Xêr u Şer ji dergehekîne u xwedê yeke bê Şirîke u bê Hevale  , anku jêderên Xêr U şer êke, lê di zerdeştîyetê da Dû hene .
4.  Êzidîyatiyê da Îman bi kiras gihorînê heye, lê di Zerdetîye de tiştek wisa nîne .
Tiştê ku ez dizanim u min ji mamosta u zana u êlimdarên Êzidîyan guhdarî kirî , li nav Qewil u Beytên Êzidîyatê da, tiştê wisa nehatîye gotin ku Êzidî zerdeştî bûn.
Êzidîyatî wek Olek kevin bi zimanê kurdî basê berî u piştî çêbûna kinyatê( Duniyayê) dike u berî zerdeştîyetê u Olên din yên neha li kurdistanê basê Jîyanê dike. Lê gelo pirs ewe çima nabêjin Zerdeştî ji Êzidîyatîyê hatine .? yan jî ez gunehbarim dema vê yekê pirs bikim ? .

Mîrê Êzidîyan u Civata Rohanî bê dengên !

Wek rêveberîya Êzidîyan ya Olî ku pêktê ji cenabê Mîr Tehsîn Beg u Civata Rohanîya Êzidîyan ku komeka Oldar u zana u êlimdaran heya neha bêdengî di vê meselê da girtine destê xwe u peyvek jî nê gotine di vî warîda .
Rêveberîya Êzidîyan jî  li ber vê baweşê re li xew çone, herkes bi xweve mijul bûye hajî bîr u bawerên civak u gelê xwe nînin, eger hebane neha xwe li vê meselê kirbûne xwedan.
Wê çawebe ku wisa bi hêsanî Êzidîyan li ser Ola wan ya kevin u tijî felsefe u raman u dab u nerît u ber bi awakî dinve keleka me bajon. Divîya rêveberîya Êzidîyan ya Olî rê li vê fermanê bigrta u hinekê sinûra dnin ji bo wan kesên ku Êzidîyan wek paşmawên olên din di hijmêrin !
Em li vir Ol u Terîqeta Zerdeştîyetê bi kêmasî nabînin u bê felsefe u raman nabînin u rêz u hurmeta me jêre hene , lê em dibêjin carê ji me vebin xwedê em afrandine wek Êzidî gelo çima wê me ji Ola me bikin ? .

Mal u Komelên Êzidîyan >

Salên piştî 1992 da Mal u dezgayên kurdên Êzid hatin avakirin u kar u xebata wan ji bo  ku hinekê Êzidîyatîyê ji qirêja sedên salan paqij bikin u  biparêzin, karê baş u pêngavên mezin havêtin ji bo ku Êzidîyatiyê ji zilm u sitema dujmina paqij bikin , di vî warî da vestîval u konfirans u u pertok u bername u hinek karê baş u hinêraka mezin kirin, bê goman her senterek yan malik wisa mezin u xebat kar bêyî kêmasî u şaşî nabe .
lê di aliyê din da qolpa roja me qulibandin, hinek tevlî hevbûn peyda bû, hinek Mal u Komelên avabûn , bê goman min hîç larî ( dijatî ) nîne li ser çî fikir u sîyasetê bin bila bibin, lê dema digeha mesela şêlokirna felsefe u bîr u bawerên kevnar ku bab u kalên me gerên xwînê rêtine , hingê nabe em bê deng bibin , dive em werin deng u bêjin evjî fermaneke rehete u bi aqile, u mixabin Êzidîyên mejî ketine vê davê !.
Lê nizanim wê çawa ba  diruma me wê bi vî here serî, wêne pêxember u digel sembola pêxember u degirtina sere nivşê nû, wê çawa were paqij kirin ji vê yekê , cêwazî li ser vê yekê, ne ji bo ku kesek yan komelek sîyasetê dike, na nexêr belku ji bona hindê ye gelo çi qazanc ji hilawîstina wêna pêxember zerdeşt di komelên Êzidîyan deye, gelo wek pexemberekî kurdan ? hingê jî kar hêsaye u tişt nabe, lê wek ku Êzidîyatî be  u ew pêxemberê meye !! hingê biburin karê me ne hêsaye u hinekê zorî heye u em jî di bêjin Êdî bese ! .  

Eve li demekî ku  heroj kesek dertê u mizayîdan diket ji bona Êzidîyan, basê vê partiyê u partîya henê dike , lê xwe ji bîr dikin basê xwe bikin u çi kirne u partîya wan çi ji bo Êzidîyan çi kirye, eger li başûrê kurdistanê PDK u YNK u  hemî partiyên kurdistanê weke dilê Êzidîyan ji bo Êzidîyan xizmet nekirbin jî, lê wan partîyan destê xwe jî nekirîye dinav felsef u kar u barê Olî da u naveroka bîr u bawerên Êzidîyatiyê şêlo nekirne u tevhev nekirne .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..