Derd û derman

Lazgîn dêrûnî

Ev sedê salane kurdan desthilatdarî li xwe nekiriye û serbixwe ne jiya ne ,ne ev tenê ,lê welatê wan jî parçe biwe di navbera çar dewletan de û bi wê parçebûnê re ramyariyên wan jî cida bûne dibin bandora çand û hiner û zimanê wî gelê dibin desthilatdariya wîde û pêre dijî di her parçekî de, ji bilî zilim û zor û sitemkariya lê dibû ,him di aliyê siyasî de û him di aliyê aborî û civakî de . Van karan bandoreke dijwar û xwiya li kesatiya kesê kurd kiriye ,him li hiş û mêjî û ramana wî û him li hest û nefsa wî .

Ev tişt tev bûne êş û kul di nava dilê kesê kurd de cî girtine,bûne derd û bela di pêşya azadî û rizgariya wîde ,ew bê bawerî û hêvî kirine,bûne sedema nehevgirtin û parçebûna wî di kurdistanê de bi giştî û di her parçekî de bi teybetî.hin ji van derdan biçûkin û hin mezinin,hin dijwarin û hin sivikin ,hin ji kurdane û hin bi destê dijminin.
Ev derdên kurdane ,û ez bawerim bêtirî kurdan vê yekê dizanin ,ji biçûkan heta mezinan ,ji nezanan heta xwendevanan ,lê gelo çiye derman ? û li kû û li cem kî peyda dibê?kî lê dipirsê ji dil û can?bê tirs û bi cînav û viyan,belkî hevgirtin û yekîtiye,û belkî ji hev hiskirin û biratiye ,yanjî cangorî û rastiye ,lê ya herî rast evîna welat û dilxwestin û baweriye.
30/10/2013
evinwelat240@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…