Helbestvana kurd Mizgîn Hesko hat xelat kirin

Do 27.10.2013an li bajarê ESSEN-Elmanya Roja Helbesta Kurdî li derve 2013an li dar ket.
Hezkerên helbestê ji gelek gelek deveran hatin û li helbestê guhdarî kirin.
Roja Helbesta Kurdî li derve 2013an çalakiyek salane ye ku ji sala 1993an ve piştî koçkirina helbestvanê nemir Cigerxwîn li dar dikeve.

Îsal jî Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî(H.N.R.K.S) û Komela Nûbuhar li Esen-Elmanya bi vê çalakiya pîroz rabûn û amade kirin.
Di dilê çalakiyê de nivîskar û helbestvana kurd Mizgîn Hesko ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî û komîta birêvebir ve hate xelat kirin, xelat ji aliyê Qado Şêrîn –endamê komîta birêvebir a H.N.R.K.S- boyî Mizgîn Hesko hate pêşkêş kirin.
Xelat mîna simboleke bi wate diyarî Mizgîn Hesko bû, ji ber kar û xebata wê ya berdewam di ber ziman û helbesta kurdî de.
Bi bihaneya girtina xelatê, Mizgîn Hesko got: qet ne li bîra min bû ku ezê bêm xelat kirin, ev ji bo min sprayzek bû, par jî min xelatek wergirt û ez spasiya we dikim ku we ev bawerî da min û ez xelat kirim.
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Essen-Elmanya
27.10.2013
Li alboma roja helbestê temaşe bikin…
https://plus.google.com/photos/117033692197145154725/albums/5940090715904413729?hl=nl&partnerid=gplp0

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…