Nameyek bi kurdî

Şepal Hêvo

Kesê ku bikare li kesayetiya xwe mukur  bibe  wê ji pencên windabûnê rizgar bibe, ji ber dema em daxwazên xwe bi karwanê gumanan re berdidin dêmek  em bi çewtî diramin, êdî gereke  em mebestên xwe diyar bikin û bi taybetî ew mebestên ku em bi wan bawer in.Teqez her kes dizane ku pirsgirêka kurdan di rojhilata navîn de pirsgirêkeke aloz û giring e û ez weke mirovekî di civaka xwe de hewil didim  ku di rêya nivîsandinê de kurdîtiya xwe biparêzim û ev mafekî rewa ye.
Eger mirov hinekî di vê mijarê de birame  wê pir tiştên balkêş û bi sûde zeft bike, lê eger tu kurd  bî  tu ne wek wan biramî, wê çaxê hemî rê dibin agir dibin sînor û te winda dikin,gelo kesê ku xwe dike mîrê azadiyê çima siwarên azad ji hewildanên pîroz bêpar dike û bi tenê lagirên xwe dinirxîne,  lê eger ev rastiya han  îro mafekî rewa be û ji erkê her kesî be ku xwe li gor vê rastiyê bişopîne, êdî ne sosreteke mezin e ku em civaka xwe bela-wela bibînin, ji ber dema em mijarê bi giştî dipîvin em dighêjin encameke bêjî ,bê wate, sist û jihevketî, û êdî  bila kurd xweş bizanin tu hêz di cîhanê de bi çavê kirînê li me nanere, bi tenê em di bazara firotinê de ne,û eger hin kes derewan li xwe bikin û bibêjin kurd bi van partiyên heyî dikarin di vê serdemê de tiştekî pêk bînin ew  bi tenê xwe dixapînin.
Di nerîna min de, keda pîroz ku tu bibî bingehek ji civaka xwe re, ew jî dema ku xebat erkekî netewî be, û ji  ber  vê yekê gereke di serî de em taboyan ji kokê rakin ew taboyên ku derfetê nadin civakê qena êşa xwe weke xwe zelal bike, êdî  gereke em wan sedeman diyar bikin ew sedemên ku bûne astengî û kelem  li hemberî civakê bi tevayî.Çima her dem em partiyan tewanbar dikin bi tevî ku pirojeyên wan sûdeyê nagihînin civakê, êdî kî dikare nimûneyekê ji wan bibjêre qena rêveberiya mafê kurdan bike? Ew nimûneyên ku bikarin zimanê kurdî biparêzin, nimûneyên ku xwendevanekî şareza ava bikin, nimûneyên ku bikarin zanyarekî kurd ava bikin, sivîlan û kelepûrê gelekî biparêzin nimûneykê ku bikare bibe dengê jinê, zarokan û pêşketina miletekî, pêdiviya me bi nimûneyeke bi vî awayî heye û em nema dikarin barên şaşiyên wan werbigrin, welat ne kopalê derew û dijûnên arzan e, welat peyveke ji me tevan pîroztir e ,êdî gereke em bi çavê hezkirinê lê binerin.
Teqez gava yekem di her karekî de gaveke dijwar û giran e, û kesê ku bixwaze afrêner be di jiyana xwe de, gereke  di destpêkê de armanca xwe ya sereke diyar bike armanca ku ew xwe tê de dibîne û xwe lehengê wê mebestê dibîne ji ber şoreşa mirov ji mirov bi xwe destpê dike û eger em şoreşên vê dawiyê weke nimûne bibjêrin gereke em li çavkaniya wê bigerin, gelo kesê ku xwe li Tûnisê şewitand û canê xwe kir pizota şoreşekê ew kes ne ji malzaroka birçîbûn û belengaziyê  derhatibû?  ango wî bi xêzaniya xwe gellek milet şiyar  kirin, lê  em dikarin bipirsin : Çima şoreşên van miletan beravêtî û   bela –wela bûn? Û ta niha mirov di gerînoka van pirsan de li kesayetiya xwe digerin, ji ber şoreş bû pêşbaziya xwestekên wan yên kirêt û jibîr kirin ku miletek li ber piyan diçe,lê bi tevî vê rastiya tal mirov dikare careke din xwe ji gerdena vê şêlûbêlê riha bike.Şoreşê gellek kes diyar kirin û di heman demê de rastiya wan zelal kir, ew nivîskar,keysbaz , (polotîkvan) an jî siyasetmedarên ku li ser pişta miletên xwe azadî dikirin delîveya xapandinên xwe, bi tevî ku azadî di wateya xwe ya kûr de yaseyeke xwezayî ye ji ber ew mîna darê ye tu çiqasî guh bidî wê  wisan jî ber dide te.

Kurd weke netew di cîhanê de gellek hewildan û şoreşên pîroz bona xweseriya xwe pêk anîn û hêja ye ku mirov bejna xwe li ber bitewîne û serê xwe bi lehengiya wan bilin bike,lê ta kengî em ê di vê dîrokê de rawestin û hev bixapînin ji ber pêlên ku tên ew ji peyvê dijwartirin  êdî gereke  em ji vê rastiyê re amade bin ji ber tu milet di cîhanê de nikare me bi me bide naskirin û mafê me li me vegerîne,û ya herî baş ku em tûrikê xwe ji xweliya van partiyan daweşînin û berê xwe bidin destpêkeke nuh ji ber tiştê  herî pîroz li ser rûyê zemînê mirov e,û gereke em bi xwe bawer bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…