SERJIMARA SALA 1962 an li PARÊZGEHA CIZÎRÊ

Samî ehmed Namî
 
Di dawiya salên pêncîyê û pê ve siyasetek nijadperestî derheqê kurdan ji aliyê rejîma Sûriya ve, nemaza li ser kurdên parêzgeha Cizîrê dihat bikaranîn.” lê li Kobanê û Çiyayê Kurda bi awayekî siviktir bû.

Di 22. 8. 1962 an de, Civata Wezîrên Sûriya civînek bi serokatiya Nazim el Qudsî ji bo çêkirina serjimareke giþtî ji xelkê Cizîrê re (Parêzgeha Hisiçe) li dar xist  û biryarnameyek hejmar “93” 23. 8. 1962 hat derxistin û di rojnama fermî hejmara”41″ ya sala 1962 an de hat weþandin.
Du bendên biryarnameya 24 bendî ez ji bo xwendevanan dikim kurdî:
Benda: 1- Serjimartinek wê di rojekê de ji xelkê Parêzgeha Cizîrê re bê çêkirin ko li gor daxwaza Wezîrê Navxwe wê roja serjijmartinê ji aliyê Wezîrê Nexþekêþanê wê bê xuyanîkirin.
Benda: 2- Rêvebiriya serjimarê ya Wezareta Nexþekêþanê wê vê serjimarê bi rê ve bibe û komîta navendî ya serjimarê jê  berpirs e.
Di roja 5. 10. 1962 an de serjimarek di nêv kurdên parêzgeha Cizîrê de ji aliyê hikûmetê ve hate çêkirin. Mamostayên dibistanan û karmendên ereb, ji parêzgehên din hatin parêzgeha Cizîrê. Yek ji wan yê ko mala me bûbû para wî, mamostayekî ji bajarê Hemayê bû. Ewî camêrî ji bavê min re got: Ez dixwazim tiþtekî ji te re bibêjim, lê hêvî dikim ko di navbera min û te de bimîne. Seyda ji me re hatiye gotin ko ev kesên hûn vê serjimarê ji wan re çêdikin, kurd in, piraniya wan bi erebî nizanin û gelek ji navên wan û yên zarokên wan bi kurdî ne. Vêca çiqas hûn þaþîtiyan têxin vê serjimarê, hewqas wê baþ be. Pêwîstiyek wan bi vê serjimarê heye, lê ji me re ronî nekirine. Madam navên zarokên te bi kurdî ne, ji kerema xwe wan navan  ji min re binivîse, da þaþîtî nekeve nasnamên wan. Û ez dixwazim tiþtekî dî jî bibêjim ku ez û gelek hevalên  wek min bi vî karî nebawer in, lê weha ji me tê xwestin.
Li gor vê serjimarê 150 hezar kurdên ko welatiyên Sûriyê bûn û tevî bav û kalên xwe de bi sedên salan li ser vî xakî û di van gundan de jiyana xwe domandine û ta wî çaxî hîn nasnamên sûrî di berîkên wan de ne û wan û xortên wan leþkeriya Sûriyê kirine û ew û zarokên wan  li ser vî xakî hatine dinyayê û xwendina xwe ya serete ta ya bilind di dibistan û zanîngehên Sûriya de kirine, vêca bi hesanî û bê teqe req û ligor vê serjimara rûreþ ew welatiyên han dibûne biyanî û di defterên nasnamên hikûmetê de wek Biyaniyên Parêzgeha Hisiça أجانب محافظة الحسكة hatin binavkirin. Bi behana ko kurd in û ji Kurdistana Bakur binxet bûne.
Bi sedema vê serjimarê, ji kufletê malekê bav û dê dibûn biyanî, zarok diman welatiyên sûrî. Yan bav dibû biyanî , dê û zarok diman welatî, yan jî zarok dibûn biyanî û hwd.
Xwedêwo!! Ma qey gunehê van kesan çi ye? Tenê ji ber ko kurd in!! û te ew kurd afirandine!!!.
Êdî ev kurd di navbera þev û rojekê de bê nasname, bê zevî û qad, bê paseport man. Nema dikarin beþdarî hilbijartinan bibin. Zarokên wan nema dikarin bixwînin, yan xwendina xwe berdewam bikin. Deriyên kar û karmendiyê li ber wan hatin girtin. Nema dikarin ji ciyên xwe bilivin, bê nasname nema dikarin li otelan razên. Zewaca xort û keçên wan di hikûmetê de nayên nivîsandin. Yanî bi rastî mêjiyê mirovan nema vê yekê qebûl dike.
 Bi vê serjimarê bêtirî ji 150 hezar kurd bûne biyanî. Her weha serok leþkerê Sûriyayê yê salên pêncihî General Tewfîq Nîzamedîn jî bû biyanî!!! Lê çima? Ji ber ko kurd bû û ji malbateke kurd a Nisêbînî bû.
Ji pirtûka: Dîmenin Ji Dîroka Winda- Samî Ehmed Namî.
Stockholm. 2013.10.05

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…