Bila Barzanî karekî ji xuşka me re peyda bike!

Qado Şêrîn

Qedera me ye ku em rastgo ne, ji rastiyê pêve nabêjin, eger serê me jî têde here. Qedera me ye ku em nizanin dilxweşkirinê, rexne û peyv û helwesta ku gerek bê gotin bê dudilî dibêjin. Gelek caran pêl li berjewendiyên xwe yên kesane dikin ji bo berjewendiya giştî bê parastin û rastî bi ser keve. Em ji bo gepek xweş pêl li wijdanê xwe nakin, belê pêl li berjewendiya xwe ya kesane dikin, daku berjewendiya giştî biparêzin. Em şelafî û şayîkkirinê nas nakin. Em birçî dibin û destê xwe li ber kesî venakin. Derew û dudiliyan nakin daku bi keramet bijîn.
Xuşka min Gula Şêrîn(Emîna Bîjo) rojnamevane, zanîngeh tewa kiriye. Sîfatên jor hemû têde hene. Ana li başûrê Kurdistanê dijî û derî bi derî li dezgehên ragihandinê dide daku karekî peyda bike û ji dûv bi keramet bijî. Dixwaze ji dû keda xwe bijî û destê xwe li ber kesî veneke. Wek jineke dilsoz li gelek deriyan da, C.V ya xwe radestî gelek dezgehan kir, lê mixabin bê wasîte kesekî kar nedayê, wê jî nikarîbû wijdan û zimanê xwe bixapîne û dilxweşkirinê bike, êdî maye bê kar û bê hêvî. Lanetê li dunyaya keysebaz dibarîne, û ji xwe re dibêje: ana min fam kir bê çima kurdên dilsoz û baş li paş dimînin, û yên keysebaz ketine rêza pêşî, ew jî ji rewşa me kurdan a giştî diyar e.

Êdî ji bo ew mirova zelal ji dû keda xwe bijî û hewcedarî kesekî nebe, em banga xwe dighînin ber destê serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û jê hêvî dikin ku bibe wasîte û ji xuşka me re karekî peyda bike. Eger daxwaza me ne ji kar û barê serokatiyê be, em hêvî û daxwaza xwe dighînin ber destê serokê hikûmeta Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî û ji cenabê wî hêvî dikin ku nameya me piştguh neke, bêşek wezîrê wî yê ragihandinê dikare bi hesanî karekî baş ji xuşka me û xwe re peyda bike.

Em di wê baweriyê dene ku wê her du rêzdar nameya me piştguh nekin û hêviya me pêk bînin, ji ber ku gel ji bo ku bi keramet bijî tim hewara xwe dibe rêberên xwe yên baş û dilsoz.

Birayê we Qado Şêrîn
26/09/2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…