Hêvî û pêşniyarên min bo Kongreyê Neteweyî.. Ala Kurdistanê di nav Alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin

Konê Reş

Di baweriya min de, ev Kongreyê Neteweyî gavek dîrokî û xewneke kurdî ye. Li berî 350 salî, li banga bavê netewa Kurdî şêx Ehmedê Xanî: (1651-1707), vedigere yê ku gotiye:
Ez mame di hikmeta Xwedê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet

Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat…
Hêviyên min ku Kurdistanî karibin, bi dilekî fireh, di bin sîberekê de li hev û din kom bibin; kul, êş û derdên welat û welatiyên xwe giftûgo û çareser bikin.. Û bi kêmayî di wî kongerî de, berjewendiyên Kud û Kurdistanê di ser berjewendiyên xwe yên kesayetî û rêxistinî re bigrin.. Da ku di encam de ku karibin Ala Kurdistanê di nav Alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin.

Eger berî sed salî, Kurdistaniyan karîbû komela (Hêvî 1913) a xwendekaranên kurd, û (Komela Tealî Kurdistan 1918), li Stenbolê damezirînin û ew bûn yên ku di civîna duyem de ji komela Tealî Kurdistan a di sala 1919an de ku di bin serokatiya Mîr Emîn Alî Bedixan de bû, karîbûn rengên ala Kurdistanê bibjêrin û bi hev û din bidin qebûlkirin. Ev ala ku roja îro li asmanê Kurdistana Azad bilind xuya dike.
Îro roj, em ji beşdarên vê Kongreyê a ku wê di vê salê de (2013), wê were li darxistin, bi hêvî ne ku amadeyên vî kongreyî karibin vê alê di nav alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin.. Û da ku ev yek pêk were, pêwîste cihê rewşenbîr û zanayên kurdan di vê Kongreyê Neteweyî de ber fireh be.. Wek ku diyare, gelek rewşenbîr û zanayên me yên xwedî dîrok di warê kurdewariyê de, di sirgunê de jiyana xwe derbas dikin û her yek ji wan hêjaye ku serokatiya dewletekê bike.. Pêwîste weke van kesan neyên jibîr kirin wek nimûne: Dr. Kendal Nezan, Şahîn Bekir Siwêreklî, Malmisanij, Nadir Nadirof, Rohat Alakom, Bêrîvan Doskî, Dr. Fewaz Hisên.. Wek van kesan têra xwe zane, şareze û bi zimanê biyaniyan dizanin.. û her wiha ew maldarên kurdan yên ku li Ewropa bûne xwedî cih û war, sûdeyek mezin ji wan jî heye..
Sebaretî beşdarên Kongreyê Neteweyî, di baweriya min de gerek li firêzeya her yekî bê mêzandin; kî ye? Dîroka wî/wê a kurdewarî çilo û çawa ye?
Ji rexekî din ve, xwezî Kongreyê Neteweyî li dor zimanê Kurdî kêlîkekê raweste.. Wek ku diyar e her netewek bi zimanê xwe tê naskirin û roja îro du şêwezarên Kurdî yên sereke di seranserî Kurdistanê de bikar tên (Kurmancî û Soranî), her wiha du alfabe jî berdestin (Erebî û Latînî), Kurmanîaxêf bi tîpên latînî û Soranîaxêf bi tîpên erebî dinivîsin. Bêguman her du şêwezar jî ji zimanê Kurdî re bûne standard.. Tevî ku ez geşbîn im wê di pêşerojê de zimanê Kurdî bi alfabeya latînî li seranserî Kurdistanê belav bibe, lê xwezî ev yek jî neyê jibîr kirin..

Dawî dibêjim, xwezî wek vî Kongreyê Neteweyî berî 20 salan 30 salî bihata li darxistin.. Belê, em tev rewşa welat û welatiyên xwe nas dikin.. Helbet gelekî zor bû..
Ez wek nivîskarekî Kurd ji dil û can serketinê bo vî Kongreyê Neteweyî hêvî dikim. Û spasiya hikumeta herêma Kurdistanê dikim li ser vê gava pêşîn û dîrokî di danina Kurdistanek yekbûyî de..

Not: Komela Tealî Kurdistan ji kesayetiyên her çar perçeyên Kurdistanê pêk dihat; serokê wê şêx Abdulqadirê Nehrî, wek nûnerê Kurdistana Rojhilat bû, cîgirê serok mîr Emîn Alî Bedirxan, wek nûnerê Kurdistana bakur bû û ew xwediyê qenciyê ye ku wî rengên ala Kurdistanê daniye û malbata Baban wek nûnerên Kurdistana başûr bûn jixwe kurdên sûriyê wê hingê bi ser Kurdistana bakur vebûn..

Konê Reş
Qamişlo, 22.09.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...