Min wêneyê Cemal Ebdulnasir û serokê Sûriyayê Şikrî Elquwetlî kişandiye.
Kurdekî ermenî me, û ji bilî kurdî malbata min na-axive.
Ez û Aram Dîkran di şahiyan de ji hev qut nedibûn.
Pirên wêneyên seydayê Cegerxwîn min jê re kişandine.
Ez çûm mal, jixwe bavê min nîvê şevê dihat, karî wî pir zor bû. Diya min jî erêya xwe da min, wê şevê gelek kêfxweş bûn çimku ez ê sibe mîna bavê xwe bibim zilam. Buhayê karê min di îniyê de sêrib bûn, di kêmî salekê de ez hînî ji %60 ji karê girtin û sipîkirina wêneyan bûm, nêzî salekê heqdestê min sêrib bû. Piştî çend mehên min li rex Karnîk qediyan, xortekî Ermenî navê wî Arşo bû, dikanek wênekêşiyê vekir, Arşo pir jixwe hez dikir, du şagirtin wî hebûn” Vahî û Garo ” Arşo dizanî ku ez çiqasî di karê xwe de jêhatî me, hay ji dikana Karnîk heme. Wî xwest ku min bibe rex xwe, ji min re got: “Tu jêhatî yî, ez dixwazim tu li rex min kar bikî, ez ê di îniyê de 4 wereqeyên Sûrî bidim te. Ez wê çaxê ji kêfa 4 wereqeyan re dînbûm, min dîsan rêdana diya xwe xwest, wê tucarî dilê min nedihişt, navê wê “Vîrcêt”bû, kebaniyek jêhatî bû, di mala xwe de xwedî êtîkêt bû..!
Wisa ez li rex Arşo bûm şagirt, hostayê min Karnîk dengê xwe li ser Arşo hilde, lê Arşo jêre got: Tu 6 wereqeyan bidî Koko, dîsan wê vegere dikana te, ji vir Karnîk hew deng jêhat. Ez di dikana Arşo de zîrek bûm, carekê piştî ku hin pereyên min çêbûn diya min ji min re qapûtek kirî, Vahî û Garo hingî jimin aciz bûn qapûtê min qetandin, û roja wan li rex Arşo ya dawî bû, ez tenê mam di dikanê de.
Ez 16 salan li rex Arşo mam, di karê xwe de bûm hoste, navê min derket, kesekî berî min nerahişt kamîrê û negeriya, ev min tenê kirî ye..! Koko li Aheng û dawetan, seyran, cejna Newrozê, gulistan, daristan, û li hemî deran amade bû, vê dawiyê heqdestê min gihişt 35 wereqeyên Sûrî, û min kar berdewam kir
Rojekê min ji Arşo re got: Ezbenî ez dixwazim ku jixwe re kar bikim, Arşo matmayî nema, gote min: Başe du mehan bimîne û oxra te ya xêrê be. Koko bû serbixwe, perê min li rex diya min 300 wereqeyên Sûrî bûn, min berê xwe da Helebê, ta ku ez alavên karê xwe bikirim. Min qesda Arko yekemîn wênekêş di Sûriyayê de kir, jimin re got: Ev tiştên tu dixwazî buhyê wan 550 wereqeyên Sûrî ne, lê eger tu carek dî hatî pereyê mayî bîne, min rahişt alavên xwe û berê xwe da Qamişlo.
Li Qamişlo, cihê karê min tune bû, pereyên min jî nemabûn, bavê min axurê hespê xwe da min,û hespê xwe li axurê cînarê me razand, min hundirê axur bi heriyê seyand, sipî kir, axur amade bû ku Koko karê xwe bike.
Min dest bikarê xwe yê taybet kir şev û roj min dikirin yek, di demek ne dirêj de, birayê min Manok hînî karê min bû, jixwe min ew bira hebû tevlî du xwişkin min jî hebûn navê wan” Zabêl û Anahît”.
Min û birayê xwe kardikir û wêne dikşandin û sipî dikirin û ji xwediyê wan re jî dibirin, perê min çêbûn, 7000 kaxet ketin destê min de, di sala 1965an de min jin anî.Karê min berdewam bû, birayê min jî mezin bû, û wextê wî jî hat ku jinek xwe bîne, vêce min her tişt jêre hişt, û çend wereqeyên min hebûn, ez çûm Helebê, li wir min xanîk û dikanek kirîn, û dîsa dest bi karê wêneyan kir, li Helebê kar pir başbû, lê sebra min nedihat, Qamişlo ji bala min nediçû! Neçar mam ku ez ji karê xwe biqerim, û berê xwe bidim Qamişlo, çawa ku hunermend Se””””””””îd Yûsif dibêje: ” Qamişlo Bajarê Evînê Ye”..! wisa ez evîndarê Qamişlo û xelkê wê bûm. Tu dizanî ku em ji pêvî kurdî di mala xwe de na-axivin, ez, zarokên min, û wisa jî dê û bavê min. Bavê min digot: Bapîrê te jî bi kurdî diaxivî.
Li Qamişlo dîsan daketim wêneyan ji xelkê re bikşînim, li deveran wêneyan bikşînim, min ji karê dikanê heznekir! Mixabin erşîfa min li rex birayê min ma û tev tertûbela bûn! Nizanim çûn ku, ez dibêjim belkî min 6 meliyon wêne girtine, nayên hesêbê. Min wêneyê Cemal Ebdulnasir li ser belkona kurê Şêxê Şemeran girt, û wêneyên Serokê Sûriyayê Şikrî Elquwetlî jî girit, û gelek wezîr û serok wezîrên Sûriyayê û yên mihvan jî dema dihatin parêzgiha Hisîça. wekî dî gelek kesayetiyên navdar jî hene ku min ji wan re wêne kişandine.
Seydayê Cegerxwîn hema wêneyên wî li Qamişlo yên ku niha tên der û xelk bi mala xwe ve daliqandine min ew wêne kişandine! Gelek caran ez û Seyda pêrgî hev dibûn, yekser min wêneyek jêre dikşand, Seydayê Cegerxwîn digote min: Koko tu heme wêneyan ji min re dikşînî, û roja dî sipî dikî, û têne jimin re, ez hew bi perê wêneyên te ve dighim.Gelek jimin hez dikir, Xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bike.
Rojekê ez û Aramê Dîkran çûn şahîya mala(Hebîbê Mêremo) Li Serêkaniyê. Dilê min ji kêfa re firiya, me xwe kar kir, min 15 fîlim bixwe re birin, û me berê xwe da Serêkaniyê, heft rojan şahîya wan dom kir, ma êdî min wêne gişandin, 700 wereqê yên Sûrî gihan min, û Aram Dîkran 3500 wereqe, ew şahî ji bîra min naçe tucarî.
Ax birazî, min di temenê xwe yê wênekêşî de, 3 Kam bikar anîne! Molîda, min ji Helebê bi 125 wereqankirî, û yek Emrîkî bû ew ji destê min ket zû şikest, lê ya herî baş ku 28 salan ma bi min re kar kir(KF4) bû. Niha Kama min Normale, karê min diqedîne, jiber ku karê min pir kêm bûye, xelk tev kamê Dîcîtal û mobayîl bi wan re hene? Lê dîsan ez dibêjim karê min pirr bi dilê min e, eger jiyana min vegere dîsan ez ê xwe fêrî wênekêşiyê bikim.
Rojekê min li gulîstana bajêr wêne digirtin, pîrekek temenê wê dora 55 salan bû, bang li min kir, û ji min xwest ku ez wêneyan ji zaroka yek salî re bikşînim, paşê ew ê hermetê perê min dane min, û ji min re got: Apê Koko wêneyê min heye ez yek salî me, bavê min gote min ev Koko ji te re girtiye, e””””””””ynî li vî cihî bû, vaya tu wêneyê neviya min dikşîne, Xwedê temenê te mezin bike.
Li vir Apê Koko rondik ji çavên wî hatin, û keserek mezin kişand û got: Nizanim çawe ez ê ji Qamişlo bar bikim. Tu nizanî çiqasî ez ji Qamişlo hezdikim. Niha ez her dem dîroka karê xwe ji zarokên xwe re dibêjim. Jixwe min jibîr kir navê zarokên xwe bêjim te. Min çar zaro hene, Xaçîk, Rafî, Mariya, Talar. tev bi kurdî diaxvin, xanima min navê wê Losîn e, ew jî kurdek Ermenî ye. mala wê ava, û hûn ji min re saxbin.
Têbînî: – min gelek li ser gotinê Apê Koko zêde nekirin, ””””””””eyînî wisa bi kurdî axivî, û yek gotina biyan ji devê wî derneket.
– Ev nivîs di rojnameya Nûdem de Hijmara (5) hatîye weşandin.