Tevgera kurdî û zimanê netewî *

Diyar Ehmed
  Çi dema ku mirov li ser rewşa zimanê kurdî ya lawaz û tevilhev rawestê,pirsek serjêkirî xwe tavêjê di nav destên mirov de û li pêşiya mirovî diperpitê,di mejiyê tagirtî de dijenê û natebitê,dibin birh û sancên zayînê de hawar û qêrîn di gewriyan de difetisê.
 Piris ewe gelo kî di ber rewşa zimanê kurdî ya lawaz û tevilhev de berpirsyare ? 
Eger em pirsyara xwe bêhtir zelalbikin û sînorên wê baştir destnîşanbikin, emê bipirsin: gelo tevgera kurdî di ber vê rewşê de berpirsyare, yan rewşenbîr û zimanzanên kurd gunehbare, yan miletê kurd bi tevayî di ber vê rewşa wêran de sûncdare,yan jê dijminê miletê kurd gunehkare ?.
Lê eger em li salên 20 ê  ji çerxa borî vegerin,emê bibînin ku mirovek wek Mîr Celadet Bedirxan karî kanîk mezin derbikê,çavîk zelal biteqînê,rûbarek berfereh biherikînê,şoreşeka seranserî di warê zimanê kurdî de pêbêxînê û destkeftin hêja bi dest ve bînê,evê şoreşa zanistî û zimanzanî,çi di biwara zimanê kurdî de bê, yan jê di biwara ragihandin û çapemeniya bi wî zimanî bê, zimanê kurdî vejenand, û jîn û jiyaneka nû û serdemî di ser de berda û ta dema îro jî hê ew hêz û bizave dihêlê zimanê kurdî di nava guhertin û pêşveçûnên cîhanê de birêveherê.ji ber vê yekê jî hin şareza û zanyarên kurdan keda vî zimanzan û xebatkarî wek karê dewletekî bi navkirine û bi bilindayî dane berçavan.di vir de divê mirov kar û keda wan dilsoz û têkoşerên kurdayetiyê jî jibîrnekê,yên ku xwe bi dilgermî li dora Mîr Celadet danehev û bi wî re ew gulîstana rengîn ji ziman û çanda kurdî re avakirin.
Her dîsanê em li salên 60 ê  ji wê çerxê binêrin, emê rastî wê xebata gur û geş bibin ya ku ji aliyê Partiya Demoqrata Kurd (Alpartî) ve di ber zimanê kurdî de di hate kirin,ew partiya bi tenê di wê demê de kar û xebata xwe ya siyasî di nav gelê kurd de li Rojavayê Kurdistanê dikir,di ber karê siyasî re çalakiyên hînkirin û geşkirina zimanê dayîkê di nav gelê kurd de bi rêvedibir,belavok,elfabê ya zimên,daxuyanî,birûsk û name bi zimanê kurdî diweşandin,xol û korsên fêrkirina zimên vedikirin,di ser van tevan re rêzana wê partiyê di wî çaxî de bi zimanê kurdî hate nivîsandin.
Eger em dîroka damezrandina Partiya Dê û komela Xûyebûnê vewejêrin û wan dilsoz û qehremanên pêşîn bînin ber çavên xwe û wan binasin,li şûna bigerin ,ewên ku cih û wateya ziman di jîn û jiyana gelan de nasdikirin û wefadarbûn bi gotinên xwe re, dema di gotin: (ziman nasnameya miletane,zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin,hebûna miletê kurd girêdayî ye bi hebûna zimanê wî ve,şerma mezin ewe ku tu nizanibe bi zimanê xwe bixwînê û binivîsînê,çarenûsa yekîtiya miletê kurd girêdaye bi pêşeroja yekkirina zimanê wî ve ….hd) wê baş ji me re werê naskirin, ku ewan kesan ji dil û canê xwe kar û xebat  di ber mafê gelê xwe de dikirin.
Lê eger em li bersiva pirsa xwe bigerin,emê bersiva pirsa xwe di vê derê de bibînin,ji ber bersiva pirsa me di wê derê de têdayîn, dema em dibînin ku di çaxa ku yek partiya siyasî di nav gelê kurd de li Rojavayê Kurdistanê karê xwe dikir,di wê demê de guhdanek ji aliyê wê partiyê ve bi zimanê kurdî dihate kirin û serkirdayetiya wê partiyê piştgiriya çalakî û bizavên xurtkirin û belavkirina zimên di nav milet de dikir,tevî ku wê demê diyardeya nexwendinê di çivaka kurdî de şaxvedabû û ser û binê çivakê girtibû.lê di dema ku em bêhtirî çarde partiyên kurdî îro li Rojavayê Kurdistanê di nav miletê kurd de dibînin û herweha navê çend Gurop û komîtên rewşenbîrî û kurdewarî dibihîzin,di ser van de jî dema niho rêjeya xwendin û xwendevanan di çivaka kurdî de bilind bûye,lê mixabin tu karê bi rêk û pêk, berçav û berketî ji aliyê wan partî û Guropan ve nayê dîtin û eger car-caran were bihîstin jî,lê gorî dema îro gavên wan seqet û şikestîne,pirsa ziman li cem wan ji pirsên mirî û jibîrkirîne.
Bi kurtî ziman îro roj xizmeta berjewendiyên kesayetî û berwext yên wan serkirdan nakê,ji ez-ezîtiya wan ya xweperist û hişemendiya wan ya berteng re nabê heval, û rîp û pîlanên wan yên pevçûn û parçebûnê di laşê tevgerê de naveşêrê…nasipêrê.ji vê jî ziman paşguhê xwe ve avêtine, xizmetê jêre nakin,zimên naparêzin û jêre nabin palpişt,xwedî û xwedan.
—-

* hijmara (4) ji rojnama PARTÎ ya kû ji aliyê rêxistinên partî ve tê weşandin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…