Virokerên Vê çerxê ?

Mihemed Ebdê
 
Çi cidabûn di navbera kuştinê de heye?! Ez Pir matmayî  mam e ku şoreşa Sûrî  ta îro didomîn e , tevlî dijîtiya cîhanê bi tevahiya xwe ve dijî vî gelê Sûriya yê re yê ku tiyê azadiyê ne , mixabin ta bi dewletên ku xwe binavkirin hevalê gelê Sûriyê , tevan rolek pir xerab lîztin û berjewndiyên xwe pêk tanîn.!

Ji ber ku ti bandora wan li ser asta Dewletî û zemînê tine bû ji bilî soz û peymanên Vir û xapandina vî gelî bi pişgiriyê, ji ber ku soz didan berevaniya wan bikin ji dû layan ve ,
 ji layê mirovatî û çekdarî ya ku ta îro ti sûd jê newergirtine , ji bilî ku bûn alikar bi rêjêmê re şikestina vîna wan, ji ber ku hêviya kesê ku di nav avê de noq dibe qirşikan ji dibîne dest di`avêjiyê de  .Û ez karim bêjim ji van dostan re . Eger hevalên û dostên wisa hebin ber dijmin tune bin?!
 Lê mijara pêwîst ya ku mirov li ser bisekinê, piştî domandina 30î mihî ji şoreşê ku rêjîma Sûrî pitir ji 160 hezar mirovî kuştin û 5 melyon penaberên nav xwe yî ,û 2 meylon koç û penaber bûne  li dewletên herêmî,  û bi hezaran kirtî winda yî  ne bê çarenûsin .Wisa jî kela dilê wan neşikest ji miştina xwînê , talankirin,  hetikrina mafê mirovan û qirkirina vî gelî di ber parastina berjewendiyên xwe yên taybet û kesane de?
Pêwîste ku em bibêjin qedera me ev e , eger em bibêjn ev xewne bêguman em dikarin bibêjin sînorê xewnan jî bûrandiye yan jî  proje Cînûsayd e derbarî mirovantiyê de, em xwe gunehkar dikin ji ber ku temen golên xwînê ne , û giyanê zarokan û kesên sivîl in.  Lê ya ku mirov dive li ser bisekine gotina dewletên xwedî hêz û biryara, mînak Emerîka Û Birîtaniya, Ku dema dibêjin bi karanîna rêjîma Sûrî yê û kuştina gelê xwe bi çakên kîmiya`wî, bûrandina xêzên Sorin!? Ma gelo eger rêjîm Sûrî gelê xwe hemiyan bikuje bi cekên Sipî , mûşekan û tangan wê ne derbaskirina xêzên sor bin , û ew wisa pêl hevpeymanên navdewletî dike, yan mirovatî ji wan re ne derde, gelo kuştin bi çekên kîmiyawî tenê qedexe ye ji van dewletan re  ?!
Lê diyar e ku ne dewlatên hevgirtî , Orupa û Emerîka kuştina bi çekên kîmiyawî qedexe dikin, ji bilî ku li Ecansên çapemeniyan tameşe dikin bê çawa tên kuştin û serê xwe hîz bikin , ji ber ku serok wezîrê Birîtaniya dibêje , rêjima Sûrî bikaranîna çekên kîmiyawî dijî gelê xwe pitir ji 20  caran pêk anî ye. Û Obama dibêje wê Emerîka bilebite gorî berjewendiya Emerîka, lê çekên kîmiyawî ji xwer dikin sedemek û rewatiyek didin xwe dema ku bixwazin lê bixin ?
Lê livir em Karin rawestin û bêjin , Eger serok û dewlet werin pîvan bi derewên xwe wê Obama û Erdoxan têkevin dîroka derewan û ferehiya (Ginês) de , ji ber ku Erdoxan digot:  Hema xêza sor derbas bibe qîma min na yê, û bû derew, û Obama dibêje:  Kîmyawî xêza Sor e û derew dikir . ji bo vê yekê ez dikarim bibêjim herdû virokerê vê  çerxê ne, bê hevrikin..!!?

Silav ji giyanê pakrewanên şoreşa Sûriya yê re 
Silav ji giyanê qurbaniyên berjewndiyên Dewletan re , yên herdû Xûtan re.
Silav ji giyanê pakrewanên yên ku werin kuştin bi êrîşkirina cekên Emrîkî?!!.
   
  Hewlêr 31-8-2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…