Pirsa jina kurd li Qamişloyê


Suad Cegerxîn

bi salaye ku jin li seranserê cîhanê ji bo pirsa xwe û ji bo wekhevîya jin û mêra kar û xebatê bi tundî dikin, civîn ,semîner,konfîransa amade dikin .gelek ji wan pirsa çareserbûne , lê  ta roja me ya îro hîn wekhevîyeke giştî  pêknehatiye.
ji lora divê jin li her cî û warî kar û xebata xwe berdewam bikin û li ser pirsa xwe bi hêztir kar bikin û destê xwe bidin hev ji ber ku pirsa wan teva yeke û bêtirî nexwşîyên wan yekin. Ji bîra me neçe ku pirsa jina pirseke navnetewîye ,ji ber ku jin li cîhanê tevî jibo ku cinsîyetaxwe bide xuyakirin xeşim dighêyê.her û ha pirsa jina pirseke civakîye. Di vî warî de jina kurd wek hemû jinên rojhilata navî bindest maye,  jina kurd sê cara bindeste  cinsî, netewî , û wek qat , herdem li jinê kêm nerîne ,civaka me  hîn li paş maye ,mafê jina û wekhevîya wan bi mêran re hîn nehatîye qebûlkirin ,gelek asteng di rîya pêşveçûna jina kurd de hene,civak karê jina û daxwazên wan bi sînorkiriy e ,ji lora tevgera jinê   ya siyasî û civakî pir kême her û  ha beşdarîya wê ji di çalakîyande  ne xuyaye .rewşa jina  kurd    bi giştî  eve.lê ez dixwazim  bi taybetî   li ser rewşa jina kurd li surya ( qamişloyê) biaxifim.
 Bêgoman civaka kurd li qamişloyê jî wek hemû rexên dinin ,lê ji ber ku  ez îro roj lê dijim ez dixwazim hinekî li ser tevgera jina kurd  biaxivim  .
Cihê dilxweşî û şehnazîyê ye ku îro roj em bi dehan navê jinên kurd li kolanên qamişloyê bilind bi dîwarave daleqandî dibînin ,tev textor û advokatin her û ha bi sedan  jinên kurd,tev nivîskar û helbestevanin .Cihê pesindanêye kû em îro dibînin  çawa jin bi serê xwe  jbi xwendinê derdikevin dervey welat , civîn, konfîrans , semîneran  beşdar dibin .Ev gavên pir giring û hêja ne di dîroka bajarê mey biçûk de.mirov bi zelalî  dibîne çawa jina kurd di gelek mejarande serbixwe buye her û ha di alîyê mode û kinc liberxwekirinê de jî pir pêşketî ye ,lê ez pir bi xemgînim û di nav pirsande westîyayî mame ..gelo çima di warê siyasî  û rêxistinî de xwe pêş nexistîye? Çima ta roja me ya îro du jin di nav komîteyên bilind yên rêxistinade nexuyane . çima komele û rêxistinên jina yên serbixwe tune ne.Gazinên  me gelo wê ji kê bin .bersiv xuyaye.ez di wê bawerîyê de me eger jin jibo pêşveçûna kesayetîya xwe pir gavên pêşketî avêtine ewê  ne zehmet be  jêre ku vê  gavê jî  bavêje ? bersiv dîsa xuyaye  û di gomana min de hin sedemên cuda kû pêve û bi   xwestinên wê ve girêdayine hene. Wek mînak
Dû sal berê  … hin jinên kurd yên pêşketî bi minre dan û sitandin kirin goya dixwazin komelak jina em bihevre ava bikin û ji ber ku ez li swêdê mame û min bi sala kar û xebata rêxistinî kirîye  û ji bo   pirsa jina  kurd li gel hevalên xwe yên jin me yekîtîk jina  li wir ava kirîye  û bi dil û can me karê xwe berdewam kirîye  ,roj bi roj karê me pêşve  çû ye  û ta nuha  yekîtîya me   bi ser bilindî  kar û xebata xwe dike  ji lora dixwazin em li gel hev rêxistineke bi vî awî  li  qamişloyê jî ava bikin  û hin ji tecrubên min jî  suda bikin .Bi rastî  di destpêkêde ez hin bi tirs bûm, ez baş rewşa jina li vir nasnakim ,hinek dem ji min re divê da ez karibim rewşa jina zelal bikim, lê piştî gelek dan û sitandinê, min di sala par de daxwaza wan û ya xwe bi cî anî .
Me ji  bo vê yekê  pir dan  û sitandin bi bêtirê jina re danî.,min nivîsarek bi kurdî li ser giringîya hebûna rêxistinek jina weşand ,me li gel hev pêşewazîya rêxistinên siyasî kir ,teva pişgirya xwe ji mere dane xuyakirin  û ev gava han  pîroz kirin .   ji nûve omîd û hêvîyên me geş bûn,daxwazên me bilindtir bûn . min bi dil û can dema xwe tev da vî karê kû ez berî nuha pê mijul bibum  Min bikêfxweşî xwest ez tecrubên xwe yên li swêdê iro roj ji gelê xwe re ,ji nifşê xwere , jibo wekhevîyeke giştî di  nav herdû celeban  de bi kar bînim û gavên nû  ,serbixwe em jin li gel hev  bavêjin .ev yek ji armancên  min bûn., mebest ew bû ku  emê di dîroka bajarê xwe de   li gel hev   karekî hêja ji civata xwe re pêşkêş bikin …..lê ..bidaxewe  ..li me ne bû sibeh û xwena me çû windabû..piştî ku me çend civîn pêk anîn û min ji tecrubên xwe karîbû asayekê , programa salekê, û bangek ji   hemû  jinare amade bikin ..jinên me li dij daxwazên hev derketin …çend ji wan bi tundî li dij hev  axifîn û hêdî hêdî xwe jê vekişandin ,her tişt rawestîya , li cihê xwe ma  karê me jî wek daxwazên me bweravêtî ma ????.
Omîd û hêvîyên me jî  ber bi bayêde çûn ,xuyaye destên veşartî ji  daxwazên me pir bihêztirbûn her û ha xuyaye ku em hînî karê( kolektîv)yê bihevre nebune  . ji bîra me jî neçe jî ku ezezîtî di her derê deheye ,her yek dixwest  bi alîyê xw ve bibe.pir nakokîyên  vala  ne di cihê xwe de derdiketin hole .ez pir berketim ku  karê me tev jihev belabû..ji ber sedema ku pir dest dirêjî karê me bûn . li vir karê me rawestîya,lê piştî demekê min bihîst kû hin ji wan hevala  her yekê bi xwe komelak ava kirîye ..sipas ji wan kesên ku li şûna me bighînin hev em ji hev belakirin . .. gelo bersiv ji vêre divê?.bela jin x we baş nasbikin ..,xwe bêtir pêşxînin,serbixwe bibin  ji nûve komelên fireh û giştî ava bikin , ez gîhame rastîyekê kû jina kurd li qamişloyê hîn nikare   serbixwe karbike   û karê xwe bi nav û bi rêxistin bike ,hîn pelka pesidanê ji mêran werdigre ,bi vê watê …hîn ji mere pir gavên pêşketinê divên  ku em li ser lingê xwe rawestin .
Ez hêvîdarim kû ev rastîya han jinê me neêşîne lê ji wanre bibe tecrube jibo pêşerojê  , tevî wilo jî ez bi hêvê me ku ew roj nêzîke ku jinê me tev li gel hev wê li pirsa xwere xwedî derkevin û  wê rojek bê ku serbixwe karbikin .Ev tevgera pêşî ji mere  ne hindik bû , ji mere berxwedan  bû em pê agahdar bûn kû jinên kurd li qamişloyê dixwazin li gel hev jibo pirsa jina kurd kar û xebata rêxistinî bikin  ….lê ?  li dawî emê bi serkevin .li min negrin  divabû ez dîtina xwe bêjim

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…