NÊRîN


Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Bêgoman gelek sînaryo îro têne bi karanîn ji bo kirîza Sûrî.
Ya ku ez dibînim û gelek siyasetmedar jî rewşa Sûrî bi vî rengî tîn in ziman. lê di da wî dimînê nêrîn û ne pêwîste ku raste be.
Gerek we rê gotin û li ser erdê jî li ber çava xuyabike ku dewleta Sûrî dewlete têkçûyî ye û nema rêjîm dikare desthilatdariyê li seranserî Sûrî bike da ku deriyê ji hev xistinê vebin.
Ta ku karibin vî derî vekin gerek hin hebin ew bi xwe doza desthilatdariya xwe bi xwe bikin. Bê goman ji kurda pêve kes nîne ji ber Elewî ewin yê ku şer li dijî wan têkirin û dema rêjîm bi carekî hilweşe ez bawerim û em tev jî dizanin ku wê ew werin qirkirin ta ku newin qirkirin gerek Sûriya yan bibe fediraliyat û yan bibe parçe kîjanê ji van bikin gerek hin hebin vêyekê bi xwazin û bêgoman wê ew jî kurd bin ji ber ku rewşa Dorziya ne alîkare û ji xwe Sinîjî vê nakin mane kurd û rewşa herî alîkar ji gavek wisa re dimînê ya kurda ji ber ku rewşa alîkare û di pêşerojê de kurd di Karin bi Elewiya re bikin lê Erebê Sinî nikarin û nakin.
Ez di xwazin hin tiştên ku ji demakî de têne xuyakirin li gor dîtina xwe zelal bikim.
1-      Beriya çend meha Rosiya hişkere di got em naxwazin ku herêmek kurdî li Sûriya çê bibe wek ku li Êraqê hat çêkirin lê wa ye îro em dibînin çawe Ros  di xwazin ku şandek kurdî û ser bi xwe li kongira Cinêv2 amade bibe û vî şerê di dijî kurda jê na pejirîne.
2-      Ez bawerim destnîşankirina kongirek kurdistanî ew jî di vê çarçoveyê de hatiye ji ber ku heger ku Eyran û Tirkî û hin dewletên dî hene li darxistina kongir erê nekirban kak Mesûd ne di got emê kongir çêbikin yan wê nikarîba çêbikin…
3-      Beriya demakî Erbîl û Bexda li ber hev sekinîbûn me ne dizanî ka wê kengî şer li wir destpêbike ewjî li hev hatin û deriyê Sêmalkajî hate girtin û Malikî ji kak Mesûd re got hûn çi dixwazin bila weka we be…
4-      Eyran dih melyon kurdê li cem xwe di perçiqîne lê ew ne dije ku kurd li Sûriyê xwe bi xwe îdarebikin.
5-      Helwesta Turkî ji pirsa kurdî li Sûriyê ne hişke wek beriya çend mehê derbasbûyî û dişîne ji pyd re û danûsitadinê pêre dike û ta bi wan gotinê ku li ser kerkûkê dihatin gotin nema bi wî rengê berê têne gotin.
Lê kurd çawe derbasbûnê û wê çawe deverê bidin kurda.
Em tev dizanin ku eniya Elnesra bi destê rêjîmê hatiye çêkirin û rêjîm bi xwe îro di destê Eyranêdeye dêmek wê Elnesra jî di destê Eyranê de be ji lewma gerek ev şer pêbiketa da ku were naskirin ku tirolîs li devera kurdî kuştarê mezin dikin ev yek ya dî da were naskirin ku va kurd û Ereb bi hev nakin ji lewma gereke ku kurd ew bi xwe bibin desthilatdar li devera xwe heger ku ev şer nebe wê ne Rosa bigota tirolîs kurda di kujin û ne jî wê Eyraniya bi gota em ne dijin ku kurd li devera xwe bibin desthilatdar. Lê mane pyd bi tena xwe nikarê vê desthilatdariyê li devera kurdî bike.
Ta ku kak Mesûd tevlî vê projeyê bibe ew jî hin tişt jêre gerekin ne ku kak Mesûd ne di vê projêde bû na ew ji rojê pêşîde bi vê yekêre ye ji ber ku her xelekek lîstikvavê wê cuda ne û aniha li gor dîtina min wê dora sereke yaw î be…
Piştî li hevhatina Bexdê û Erbîl deriyê Sêmalka hate girtin û wek me got kongirê kurdistanî hate destnîşankirin û beriya wê di sal ji srokatiya kak Mesûd re dirêjkirin  û kak Mesûd ji securedeman xwest ku vê dirêjkirina di sala ji serokatiya wî re bixin asayî ji ber ku ew dirêjkirin bi xwe ne asayî ye. Kak Mesûd deriyê Sêmalka li ber kurda girtiye lê ji wan re jî dibêjê dema ku hin li wexin qîma min nayê û ezê bi we ve werin.
Di baweriya min. ev projeya ku Ros û Eyran û Şam û Malikî îro jêre kardikin kak Mesûd ne dûrî wêye û baş dizanê û ew bi xwe bûye beşek jê û ji xwe pyd ji berê ve tê deye û niha ew dixwazin şrîkekî ji pyd re çêbikin ji ber ku ew bi tena xwe nikarin îdara devera kudî bike û ev şerê ku li devera kudî îro çêdibê ew xweşik pê dizanin û ev xelekek ji xelekê projeyê pêşeroja ku wê li Sûriyê li ser erdê werin pêkanîn. Tiştek bê qelen nabe û dibê ku em qelenê wê biha bidin lê ev qelenê Azadiyê ye hêviya min ewe ku here serî… 
Lê mixabin ta niha têkilî bi rojavayî Kurdistan dibe li ser bingihek Emnî…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…