Siyaseta Navnetewî Li Rojhilata Navîn

Salar Elo

Siyaseta dewletên mezin himber rojhilata navîn li ser hin xalên bingehîn ava dibe ji wan xalan:
1 – parastina tenahiya dewleta Isra`îl û sînorên wê.
2 – parastina berjewendiyên xwe yên aborî û bazarên firotina berhemên xwe.

3 – misogerkirina para xwe di çavkaniyên petrolê li herêmê.
Jiber van her sê xalên giring siyaseta dewletên navnetewî bi taybet dewletên Nato û Rûsya û Çîn li ser bingeha wekheviyê di navbera hêzên herêmî li rojhilata navîn de radibe,beriya niho bi 1300 salî şerê ku li rojhilata navîn dibû li ser bingehekî tîreyî dibû ku di navbera Sunna û Şî`ah de dibû,ji cenga Al-Cemel û Kerbla û ta niho ku şerekî tîreyî li sûriyê vêketî ye di navbera Sunna û Şî`ah de,herweha jî herdû dewletên mezin yên ne Ereb di herêmê de Turkya û Îran tevlî vî şerî bûn û her dewletkê ji wan destê aliyekî girt,ango hêzên herî xurt di rojhilata navîn de ew Sunna û Şî`ah ne,Sunna bi serkirdayetiya Turkya û Si`ûdiyê û Qeter û li rexê dî Şî`ah bi serkirdayetiya Îran û Hizbulah,herweha jî şerê navxweyî yê ku îro li Sûriyê dibe li ser bingehekî tîreyî tê kirin di navbera Sunna (opozisyona Sûrî û artêşa Azad û Cebhetalnusra) û Şî`ah (rêjîma Beşar Assad û Hizbulah),di raya min de tu alî bi ser nakeve û dê herdû hêz destvala ji vî şerî derkevin û dê hêza wan bişkê di vî şerî de,jiber ku siyaseta navnetewî di rojhilata navîn de li ser bingeha wekheviyê di navbera herdû hêzên mezin de Sunna û Şî`ah de avadibe,jiber ku çênabe hêzek ji wan ya dî tune bike ewê çaxê wê zirar bighêje Isra`îl û berjewendiyên dewletên mezin li rojhilata navîn,herweha jî ketina çavkaniyên petrolê bin destê Sunna an Şî`ah de metirsiyekê mezin li ser para dewletên mezin di-afrîne,jiber vê yekê dewletên mezin naxwazin ku çi hêz biserkevin di rojhilata navîn de,ew dixwazin ku hêza Sunna û Şî`ah wekhev be û himber hev be û li dijî hev be ne li dijî Isra`îl be û ne li dijî berjewendiyên wan bin.

Di encamê de,ez dikarim bibêjim ku şerê îro li Sûriyê dibe şerekî tîreyî ye di navbera Sunna û Şî`ah de ye,û siyaseta dewletê mezin himber vî şerî naxwaze çi alî bi serkeve dixwaze wekhevî di hêzê de hebe û dixwaze ziyanek mezin bighêje herdû hêzan,jiber vê yekê jî hîç dewletên mezin viyan li nik wan peyda nebûye ku rêjîma Assad bigiştî birûxînin tenê dixwazin kesayetiya Beşar Assad û malbata wî ji desthilata Sûriyê dûrbixin,bi vî awayî divê opozisyona Sûrî naçar vî rengî ji çareseriyê ji pirsgirêka Sûriyê re bipijirîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…