Welato!

Konê Reş

Welato!
Ji wan re bibêje !
 welatînî ne hêsane
welatînî dilsozî û bargiraniye
Ji çiya û zinarên xwe re
bibêje ku,
mirovên çê

di deverên teng de xuyane
   Welato!
tu cih û demî,
hebûn û sinc û afirandinî
 hebûna te hebûna welatîyên te ye…

   Welato! 

Tu pîvan û terazoyî
tu welatîyên çê û ne çê
ji hev cuda dikî
pîvana welatiyên te bi teye

   Welato!
Kes nikare hêza te nasbike û
bighêje dawiyê
ew hêza ku di ziman û çiyayên te de
kom bûye
di binax û seraxa te de
veşartiye;
di çem û cobarên te de
diherike, di mêraniya xelkên te de
xuyaye…

   Welato!
Xelkê cîhanê sosretmayê man
dema ku naskirin;
ZEREDEŞT pêxemberkî te bû,
SLAHEDÎNÊ EYÛBÎ mirovekî te bû,
Dicle û Firat dû çemên te ne û
Agirî û Cûdî dû çiyayên te ne.
ji wê hingê ve Welato
tu di derîyekî mezin re
derbasî dîroka
welatên cîhanê bûyî…

   Welato!
ziman nayêne dizîn,
kes nikare zimanê welatîyên te bidize,
ku welatîyên te li zimanê xwe guhdarbin
lê ku di ser guhên xwe re avêtin û
bi  zimanê biyanîyan axifîn,
wê hingî Welato;
ne welatîyên te xwedî şaristanîne,
ne jî zimanê wan zimanekî bingihîne…

   Welato!
Ji wan re bibêje ku
hebûna gelan
di yekîtiya zimanê wan deye…

   Welato!
Ji wan re bibêje:
ew kesên dudilî
ku bi tenê di roja xwe de
diponijin û
li ser malê dinyayê
dinûzin
ku wek wan kesan
wê di nav pêlên demê de
zû winda bibin
dem rehmê li wan nake
çendî pere û avaniyên wan hebin…
lê ew kesên ku
mal, can û tev hebûna xwe
 diyarî te kirine û dikin
ji wan re bibêje:
Hûn mûm û findên min in,
çendî dem bi pêşde here,
wê navê we bi tîpên zêrîn
di dîroka gelê Kurd de
bê nivîsandin…

Welato!
Ji wan re bibêje :
Ji wan kesên ku ji siha xwe
û bi wirde
tu tiştê din na binin bibêje; ku
tu ji serê birakujîyê mezintire,
ji pesin, girî û dudiliyê zeximtire…

Welato!
Tevî pirbûna birînên axivtî
di benda te de
tu bi hêz û zexmî
ji ber ku tu mezinî
û ji ber ku tu mezin û zexmî
tîrên neyaran têne te û
birîn di bedena te de vedibin
belê çendî xwîn
ji wan birînan bê û biherike
ew xwîn xelas nabe,
û dawî wê zora demê here
ji ber ku hin bi hin
dem ji xwîna welatîyên te
bi çûktir dibe û
serkeftin nêzîk dibe…
Bê guman di wilo rewş de,
maf jî,  wê gelekî giran û buha be,
û berpirisyarî jî wê hêj buhatir be…
vêca Welato!

Ji welatiyên xwere bibêje:
li tev cihên ku têde dijîn,
nefer û kom,
rewşenbîr û torevan,
siyasetmedar û partîzan ku
tu welatê tevanî
sînga te ji tevan re
vekiriye,
çendî pirbin, têvil bin û
ne li hev bin…

   Welato!
Çendî welatiyên te pirbin,
di bîr û baweriyan de têvel bin
nîşana xêrê ye,
nîşana pêşketinê ye;
lê welato ji wan re bibêje:
kuştin kuştinê tîne
zikreşî zikreşîyê tîne
xwîn bi xwînê nayê şuştin
kuştina welatiyan
kuştina welate Welato…!
Û ji wan re bibêje welato,
tu welatê tevanî
kevin û nû yê tevanî
hebûna te ji tevan re
pîvan û terazûye,
dadgeh dadgere…  û
dawî tu ji ramanên di serê tevan de
firehtir û bilintirî…

   Welato!
Ji wan re bibêje :
ku ne em li hev rûnên
bi mejiyê di serê xwe de bifikirin
pirs û bersivên xwe,
hawar û gaziya xwe,
kul û birînên xwe
ji hev re bibêjin û şanî hev bikin
ewên ku di nav xaka te de şîn dibin
em nagihêjin armancên xwe û
wê halê me ev hal bimîne
ji kuştin û berberiyê…

   Welato!
Ez ne bawerim ku kes karibe
piştî te bi tewîne,
ji welatiyên te pêve
(kumê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe)
Bê guman,
zerera te ji zarokên te ye
nexasim ewên nezan û çavgirtî
ewên ku heyranê canê xwe tenê ne…

   Welato!
Me seh nekiriye ku,
tu hêz di dinyayê de
kare welatiyên welatekî hevgirtî
bişkîne, ku ew welatî
di bin yek gotinê de bilivin…
û me seh nekiriye  ku
tu hêzî di dinyayê de
welatiyên welatekî hevgirtî
bi hevre alîkar û hezhevkir
tewandiye…

   Welato !
Em bi hêvîne, ku ev
bablîsoka li asmanê Kurdistana
Rojava de li dare
zû derbas be,  û
buhayê wê hindik be…

   Welato!
Ji welatiyên xwe re bibêje:
ku tu qet ji serê xwe
ji bablîsok re danayîne,
ji ber ku baweriya te
di pêşerojên nêzîk de
gelekî mezine
ew baweriyên ku di giftûgo û
danûstandinê de dibin yek û
 ew yek, rêka aştî, azadî û serxwebûnê
bi dûv xwe de dikişîne
çendî welatiyên te
di ramanên xwe de
dûrî hev bin û têvel bin…

   Welato!
Ji wan re bibêje :
yê ku birast û durust
welatîkî dilsoz û xemxur be
ew berpirsyar e…
û ji demê re bibêje welato;
nivîsandin ne henek û tenazin
nivîsandin jî berpirsyarî ye…
Erê ji wan re bibêje welato!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…