Rojava tê serjêkirin

Qado Şêrîn


Asayiş tên kuştin û kuştinê nakin, tên kuştin daku gel rihet bijî.
Em bi tundî komkujiya Amûdê bi destê çeteyên Pyd şermezar dikin, û dibêjin êdî bes e ji kuştin, revandin û girtina kurdan re.

Mixabin…mixabin rojavayê dil bi destê qaşo bira..bi tiving, biryar û pênûsa kurdan tê serjêkirin…
Li destpêka şoreşa Sûrî gelê kurd li Rojava wek gelê ereb li Sûriyeyê gelekî bi rûxandina rêjîmê geşbîn bû, lê piştî dirêjkirina şoreşê û kuştina bêtir ji sed hezar kesan, girtina bêtir ji sêsed hezar kesan, û mişextkirina bêtir ji deh melyon kesan, û hîn jî şoreş berdewam e, tê wê wateyê bê çiqasî gelên li Sûriyeyê kuştiyên azadiyê ne.
Gelê kurd jî wek gelên din li dijî rêjîmê derket, nemaze li destpêka şoreşê, lê ana îca li dijî birayên xwe yên kurd derdikeve û çalakiyan pêk tîne.
Piştî ku Pyd kurd kuştin, kurd girtin, kurd revandin, kurd hetikandin, kurd şermezar kirin, kurd heşişandin, êrîşî kurdan kir, li kurdan xist…nimûne gelek in, wek komkujiya Amûdê, girtina çalakvanên Amûdê û komkujiya Til Xezal, kuştina Welat Hisî li Kobanê, kuştina malbata Bedro li Qamişlo, komkujiya Basot û Birc Evdalo li Efrînê, girtina deriyê Sêmalka, êrîşa li ser kampa Newroz, êrîşa li ser ketîbeya Şêx Maşûq Xeznewî, êrîşa li ser xwepêşandana jinên kurd li Efrînê û Amûdê û gelek deverên din…û gelek gelek nimûneyên din,..(me hemû bûyer arşîv kirine), bû cihê nerazîbûna gelê kurd li rojava.
Kiryarên asayişên Pyd li dijî biratî û kurdayetiyê ne, li gel ku kesî maf û rewatî nedayê ku kurdan bigre, bikuje, birevîne û kurdan bihetikîne? Bi texmîna me ew kiryarên kirêt xizmeta pyd û rizgarkirina Kurdistanê nakin, belê bêtir xizmeta rêjîma Beşar Esed dikin û aloziyan derdixin û kurdan li hev sor dikin. ji bo ku pyd hêza bi tenê di meydanê de be nahêle kurdên din xwedî li kurdîtiya xwe derkevin, yan tê wek wê bifikire wek partiyên piştgirên wê yan tê bi tawanên mîna heşaş û sîxur û tiştin din bê girtin û zindan kirin.
Pyd li ser zimanê hevserokê xwe S. Mislim gotiye ku ku Ypg asayişên gel in û bi ser Desteya Bilind ve ne, lê li gor kîjan zagonê asayiş gel dikujin, di wexta ku hemû partiyên din vê tune dikin û dibêjin ku çima tenê endamên me tên girtin û kuştin, çima asayiş tenê êrîşî çalakiyên me dikin, û çima di civîn û çalakiyên xwe de tenê wêneyê Ocalan bilind dikin. Her kes dizane ku Ypg asayişên Pyd ne û biryaran tenê ji Pyd distîne, lê tenê Pyd ji bo bêkanîna hin pirojeyên xwe yên taybet dibêje ku na Ypg hêzên gel in.
Ji ber kiryarên Pyd û asayişên wê êdî kurd li rojava li dijî Pyd derdikevin û çalakiyan pêk tînin, li şûna ku li dijî rêjîmê derkevin û xwepêşandan û çalakiyan li dar bixin. Xuyaye Pyd  nizane ku ew kiryar ne di berjewendiya gelê kurd dene, her wiha ne di berjewendiya paşeroja wê jî de ne. Pyd eynî sistema rêjîmê li dijî gelê kurd bikartîne, û ji ber wê roj li dûv rojê milet bêtir ji xwe dûr dike. Di eynî wextê de Pyd dikarîbû bi hezkirinê miletê kurd hemî li dor xwe kom bike, lê mixabin ew nekir, bêtir şêweyê hişk û dijwar hilbijart.
Partiyên din ên ku bi Pyd re di Desteya Bilind dene û bêdeng in li ser kiryarên wê, yan bi pênc-şeş neferan beşdarî Ypg bûne û pişta pyd digrin, daku hin qezenciyan bi dest bixin, ew hevparên kiryar, kuştin, revandin û girtina kurdan in. Agahdar bin partîno, hûn gunehbar in, divê di nêzîktirîn wext de hûn helwesta xwe li dijî kuştin, revandin û girtinên pyd eşkere û zelal bikin, yana wê miletê kurd pêl li we bike û bimeşe, wê wextê wê kesek xwedî li we dernekeve, jixwe wê dîrok lanetê li we bibarîne.
Asayişên Pyd bi navê Desteya Bilind kurdan dikujin, digrin, direvînin û êrîşî ketîbe û xwepêşandanên aştiyane dikin. Partiyên din ên D.B dibêjin ku Pyd bi tena xwe bê ku li me vegere û li me guhdarî bike bi wan kiryaran radibe. Em jî dibêjin: eger ew kiryar ne bi dilê we bin, hûn bi Pyd re di D.B de çi dikin, eger hûn ne hevparê wan kuştin û girtinan in vekişin an wan kiryarên şaş rawestînin, an bêjin çîz û di pişt jinên xwe Kevin.
Serkeftin tim û tim para miletan e. rêjîmên diktator, faşî û giştî berdewam nakin ji ber hêza xwe ji gelê xwe nastînin. Û xuyaye Pyd jî mîna wan rêjîman e, êdî agahdar be.
Asayişa pyd bi hesanî kurdan dikuje, wek komkujiya Amûdê û Til Xezal li Kobanê, naxwe dikare hîn jî kurdan bikuje, êdî rakirina çekan li dijî wê qedexe û têkçûn e û wê encamên baş nede kurdan, êdî çalakiyên aştiyane.. çalakiyên aştiyane.. çalakiyên aştiyane..çareserî ye..
Li dawî, û piştî komkujiya Amûdê, bihane ji mana Desteya Bilind re nema, çimkî nikare komkujî û kiryarên Pyd ên şaş rawestîne.
Em bang li partiyên din dikin: eger hûn ne hevparê komkujiyên Pyd ne ji D. B vekişin û Pyd bi tenê bihêlin, daku ew tenê sûc û gunehê kokujiyên xwe hilîne.
Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku tenê bi çalakiyên aştiyane li dijî komkujî û kiryarên Pyd derkeve, tenê bi şêweyê aştiyane, tenê bi hişmendî, tenê bi biratî… û bêşek û guman serkeftin para te ye.
28/06/2013
www.qadoserin.com
Têbînî: me berî sê rojan ev gotar bi naverokek din nivîsandibû, tije hezkirin û biratî bû, lê komkujiya Amûdê naveroka wê ser û binî hev kir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…