Salên Mîr Celadet Bedirxan yên dawî *

Konê Reş

 Piştî herifandina şoreşa Araratê di sala 1930î de, piranîya serkêşên şoreşê û endamên Komela Xoybûnê xwe li nav Kurdên Sûriyê girtin. Li ser daxwaza Kemalîstan, hikûmeta Fransî ya ku di Sûriyê de desthilat bû, piranîya wan lehengên şoreşê û lebatên Komela Xoybûnê jî ber sînorê Tirkiyê  bidûr xistin, ew li Şamê civandin, da ku dûrî tixubên dewleta Tirkiyê bin.
Hingê Mîr Celadet Bedirxan, yek ji  wan  kesan bû û xweş  jê re hat xuya kirin ku, êdî nema karin bi şerê çekdarî azadiya welatê xwe bilndkin. Vêca wî xwest bi pênûsa xwe  azadiya zimanê xwe bilind bike û weha  di 15 gulana 1932an de hejmara pêşîn ji kovara (Hawar) ê li Şamê çap û belav kir û di serê wê de got: (Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweşîyê vedike, her kesê xwe nas dike dikare xwe bide naskirin, lewre ziman şerta heyînê ya pûşîne..).
 Di pey kovara (Hawar) ê de, di sala 1942an de kovareke din bi navê (Ronahî) weşand, ew jî wek (Hawar)ê xirû bi zimanê Kurdî _ tîpên latînî  bû.
Mîr Celadet Bedirxan, xwedî û berpirsyarên van herdû  kovaran bû, wî jiyana xwe  di ber zimanê Kurdî de mizaxtîye, ji Hawarê (57) hejmar hatine weşandin, ta sala 1943an, û ji Ronahî (28) hejmar hatine weşandin ta sala 1946an. Piştî ku Fransîzî ji Suriyê celî bûne di sala 1946an de, ev rêkên rojnamevanî li ber Mîr Celadet hatin girtin, zimanê Kurdî qedexe bûye û hin bi hin rewşa Mîr Celadet ya abûrî ji berê xerabtir bûye.
Di sala 1947an de, li ser daxwaza Kurdên Cizîrê, Mîr Celadet hatiye hilbijartin ku bibe nûnerê wan (Kurdên Cizîrê) di perlemantoya Sûriyê de, belê 24 demjimêr di ser wê hilbijartinê re derbas nebûnî hikûmeta erebi di Sûriyê de destê xwe danîn ser û careke din ew kirin bin rûniştina zorê de li Şamê û divabû her heftî dû rojan xwe şanî walîyê Şamê bide. Di sala 1948an de, dema şerê Ereban û Cihûyan dest pêkir, hingê Mîr Celadet Bedirxan wek berpirsyarê Kurdên Sûriyê pêşinyarek ji hikûmeta Sûriyê re pêşkêş kir ku hêzekê ji Kurdan damezirîne û amade bike,  li kêleka Ereban î dijî êrîşên dewletên cîran û Cihûyan  û bi wan re alîkar bin, lê mixabin ew pêşinyara wî di ser guhan re hat avêtin..
Di sala 1949an de, rewşa wî ya abûrî roj bi roj lawaz û kêmtir dibû, dost û hevalên wî hin bi hin dûrî wî di ketin, erê hin ji hevalên wî yên maldar û zengîn alîkarîya xwe jêre pêşkêş dikirin, lê wî alîkariya kesekî qebûl nedikir. Di sala 1950î de, ji neçarî razî bû ku bi hevalê xwe yê neçîrê (Hisên beg Îbiş) û (Malbata Xetab) re pembo biçine li gundê Hecanê nêzîkî Şamê bi nêvî, ji wî pemboyî re bîrek kola û ji gundê Hecanê qut nebû, karê wî mabû çavnêriya karkerên avdana pembo, da ku bi hevalên xwe re rû sipî derkeve..
Li ser wê bîrê gelek caran di rewşa xwe de diponijî û digot: (Ez li ku, cenanti û avdana pembo li ku, qey ev jî qedera mine…!).
Wî navê bîra gundê Hecanê kir (Bîra Qederê), lê heger mirov li kovara (Ronahî) hejmara 25an sala 1944an vegere wê rewşa Mîr ya xerab di warê abûrîyê de xweş nas bike: (Aniha  ez di aqilê Xwe dibînim ku ez bûme serseriyekî dinyayê, bê mal û menal û war…); ji wê hingê ve, tev nameyên ku ji gundê Hecanê (30 km dûrî Şamêye) ji kebanî û zarokên xwe re dişandin, Bîra Qederê  di bin wan re dinivîsand.
Di nameyekê de ji wan nameyan, mirina xwe ya nêzîk jî nîşandaye:
(Ez dixwazim berî mirna xwe, ko ne dûre, tiştekî biçûk ji were bihêlim, ma ev ne hewceye..? Tiştê  ko ez dixwazim, ko xwedê bi destê min bigre, bawer dikim ko ez bi pêwîstiyên xwe ji bo gel û welatê xwe, bi awakî çak û bêtir jî rabûm û niha divê jî bo mala xwe jî tiştekî bikim…)
” Bîra Qederê 20 nîsanê 1951 ”
Piştî vê nameyê bi 84 rojan, Mîrê ziman û rewşenbîriya Kurdî ya resen Mîr Celadet Alî Bedirxan bi sedema wê bîrê di roja 15/07/1951ê de çû ber dilovaniya Xwedê.. Roja îro navê wî wek stêreke geş di asmanê Kurdistanê de diçirise.

Konê Reş
Qamişlo, 23.06. 2013

* Diyarî ji Festîvala Mîr Celadet Bedirxan re a ku wê di Roja 25 û 26ê vê mehê Hizêran de li Duhokê bê lidarxistin

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…