erê ne biramak bû lê ji bira şêrêntir bû.. Bavê Comerd hevlê rêka dûr

Mihemed Qasim ( bavê Şiyar)
 
Roj yek şem, demjimêr heşt kêm çarîkek, dîrok 9-6-2013 dan de li ser zengilê telîfonê ez rabûm, min ji xwere got vê sibehê xêr be?! Ji min re hate gotin dost birakê te wefat kir bira serê we sax be, min ji xwere got ev xewne…?! ez hîn dixewde me ?! min  nexwest bawer bikim lê mixabin  jiyan wisaye, em tev liser vê riyê ne .
lê ev nûça wefatê me bidilekî şewat û xemgîn hilgirt Bavê Comerd dost û birakî xweşewîst bû  weke tê gotin erê ne biramak bû lê ji bira şêrêntir bû em  ji  salan  bihevre bûn  çi  ji aliyê kar ve û çi têkliyên  rêzanî  rêxistinî  û bi taybet  lidarxistina şevbuhêrkan.
roj  bi roj bihevre û me xemxwariya van şevan  dixwar û emê kê ji rewşenbîr  û  nvîskaran  vexwendeyî  vê şevê bikin û emê li ku li dar xin lê bêhtirî van şevbuhêrkan li ser banê nemir bavê comerd bûn û ji gotinên wî  yên  tim digot ev ban yê şevbuhêrkên  kurdî ne ev banê kurday e deriyê mala wî vekirî  bû ji hemû rêxstinan re û pêşwaziya  wan mêvnan  dihate kirin bi geşbûnek dilgerm û dev liken pêşwaziya wan dihate kirin em tev dizanin bavê comerd hevlkî  berpirsiyar bû di partiya xwe de lê ewî  xwe didît hevalê hemû partiyên kurdî ye ji ber vê yekê kî  ji me didît digot ez diçim ciyekî  ka çend belavokan bide min ez bixwere bibim û blav bikim .
bavê comerd mirovekî dil soz û welatparêz bû  nêzî  neh salan me bihevre  ev şevbuhêrk heyv  bi  heyv li dar dixstin şevbuhêrkên bi taybet  bi  zimanê bav û kalan  bû  bi zimanê zikmakî bû ji alî çand û hunera  kurdî bû ji helbest  çîrok roman filklor  saz û wergerandin….
çûna rêzdar Ebas Osman  xesaretek  bû  ji  şevbuhêrkên kurdî  re  û partiya wî û tevgera kurdî  bi gelemperî
 Bavê comerd dostê hêja birayê xweşewîst hevlê rêka dûr :ka ew soz û peymana me bihevre da te go em dev ji hev naqerin çima te ew peyman ne parast û tu koçber  bû  bê ku tu me agehdar  bi ke yan  tu xatir ji me bixwaze.
Lo hevalo bi vê koçberiyê te em xemgîn kirin
Sed rehme li gora te be Bavê Comerd xwdayê dilovan bi rehma xwe te  şad bike û cihê te buhişta rengîn be.
b.siyar@hotmail.com

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…