Me,şûq ê Xeznewî Derberzê kurdan

Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Adarokên welatê me di agirxaneya vajîheviyê de dilerizîn û xema nenasiyê ji derdorên xwe dûr dikirin, ji nişkave bêje û peyvên te mîna şepola hêrzan û coşeyan li ser sewda û ramanan de herikîn û mizgîniya vaçek nû di axaftina kurdan de afirandin
Axaftinek bê bend û bendik, bê lixab û hevsar. Wisa weko me dixwest em biaxivin, weko me dixwest em bibêjin û bi keys û fesal bikin.
Me,şûqê kurdan!
Çi rojgar, çi serdem dikare navê te ne neqişîne li ser bazinê hebûna xwe?
Çi helbestvan dikare te ji darvekirina helbestên xwe bê pare bike?
Çi dayîk hizir dike kû ew te ji lorîkên xwe bi hejandina dergûşa zarokê bê pênasîn bike?
Belê, tû yî mîrê gotinên resen, lewra ew bi navê te re bûne xweşbûna pîroz û di asoyên bilind de
Dastan şoreşek aştiyane bi deng û reng dikin.   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…