Nûheyva me

Zahid mehmûd
Hawar gelî
Ewrê tarî
Çî we heye
Tim li jorê
De rê vekin
Bila ronî

Bê te xwarê
– –
Nema karin
Em bikêşin
Bese zext û
Sitem karî
– –
Demên dirêj
Me hilgirtin
Birîn tev arê-
nc û barrîn
Eva çendîn
Dihê  salan
|în damarên
me guvaştin
– –
Roka me wa
gazîdike
Nû biharên
me hilatin
– –
Keç û xortên
me ewlene
Mihanê dijmin
veşartin
– –
va şîndibin
omîdên me
êdî îro me
xwe naskir
– –
Hewar gelî
Ewrên tari
ji bo xweda
hûn vekişin
Bila tava
nûheyva me
bê te xwarê
Bila warê
me geşbibe
ava û şîn û
xweşbibe
Bila vebin
nêrgiz û gul
Beybûn û sosin

û sumbil

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…