Yasîn HisênŞervanekî opusizyona Sûrya bi navê (Ebû Siqar) yê ku dilê leşkerkî rêjîmê xwar, dibêje: Ku ev çemê xwînê li Sûrya neyê rawestan, wê miletê Sûrya hemu bibin wekî min.
Yekî din dibêje: Leşkerên Esed û Şebîhên wî hemu wekî Ebû Siqar in.
Hevalê min berdewam kir: Ev pisîk fêrî xwarina goştê ademiyan bûne, ew kesên piştî şer tên kuştin û termên wan li kolana dimînin, dibin xwarina pisîkan.
Dibêje: Diranê van pisîkan mezin bûne, gewdeyê wan mezin bûne, nema dişebihin pisîka, bûne wekî pilingan.
Piştî henalê min gotina xwe temam kir û piştî min gotina we kesê dilxur dît, rojên şoreşa Sûrya weku filmekî Sînemayî di ber çavê min derbas bûn, ji daxuyaniyên Dabî û Ibrahîmî û Nesrulla û Lafvrof heta bighê daxuyaniyên opuzisyonê, heta xetên sor yên mistir Obama. Ku çawa ev dixwazin heta bi mişkên Sûrya bibin gur û bi kolana kevin, goştê miriyan bixun, û saxa jî bilehfrînin.
Hema hiek Exlaq…. ey civaka navdewletî, hema hinekî, bi kêmanî hema ji bona pisîkên me we nexun…!

Şîrove (0)