Jêderekî rojnamevaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê rûnkirinê ragihand

Xweşbextane heta niha û li piştî hewlekî zêdeyê birêz Serokê Herêma Kurdistanê pêvajoya navçeyên Kurdiyan bi beranber li gel beşên dinê Sûriye gelek aram bûye. Her li destpêka qeyrana Sûriye li rêya rêzdar Serokê Herêmê û aliyê fermiyên Herêma Kurdistanê hewldan ku hemû aliyên Kurdan li jêr yek sêwan û çetrê bin û li gel hevdû hevdeng bin. Eve jî piştî civîn û şêwirîna zêdeyê Serokê Herêm û hemû aliyên li 11.07.2012 de Desteya Bilinda Kurd hate ragihandin û bûye cihê xweşhaliya hemû aliyê Kurdan û piştgîriya tevahiya rêzdar Serokê Herêmê û dam û dezgehên Herêmê bi destveanî û ji bo me hemû aliyek bûye destkeftekî neteweyî.
Ji wê demê ve û heta niha jî cenabê Serokê Herêmê bi yek çav û wekî bira temaşa hemû aliyên Kurdan kiriye. Lê belê bi mixabinî aliyekî diyarkirî roj bi roj xwe bi niyeteke gumankirî pirçekkiriye. Roj bi roj xwe ji peymana Hewlêrê dûr xistiye û aliyên din perawêz kiriye, heta kar gihîştiye kuştin û girtin û revandina xelk û ber bi çavnegirtina nêrînên aliyên siyasiyên Kurdan.

Li vir da radigihînîn heta hilbijartinekî azad neyê encamdan tu aliyek nikare bi yek aliyane xwe ferz bike. Heta dema hilbijartinê tenê Desteya Bilind nûnerayetiya xelkê dike. Ji bo xwe sepandin û takekesiyê em rê nadîn piştevaniya me wekî pirekî bê bikaranîn. ji bo wê yekê neçarîn pêdaçûnê li helwesta xwe da bikîn û eger peymana Hewlêr bi tevahî neyê bi cîhkirin û pêve pabend nebin em jî biryarên din didin.

Jêderekî Rojnamevaniya
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
20/05/2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…