DARBESTA ZÊRÎN .. Ji giyanê M. Emin Bavê Kawa re

Konê Reş

Û Darbesta Zêrîn derbasî goristana Qudûr Beg bû
Mirî bi hatina zindiyan re şiyar bûn
Zindiyan bi lîlandinên xwe
Mirî ji temara mirinê rakirin
Kefenê xwe li bejin û bala xwe pêçan
Destê xwe dan ber riwê xwe
Û her yekî ji hinda xwe ve pirsî:
Ev darbesta Zêrîn a kêye?!
Silêman Adî keniya
Kemal Ehmed û Şêxmûs li çepkan dan
Şehîdên 12 azarê govend gerandin
Şêx Maşûq bi dengê xwe
Dîlana azadiyê gerim kir…
Û tev li ber darbesta Mihemed Emîn( Bavê Kawa)
Bûn xêliyên darbesta zêrîn ji;
Mirî û zindiyan, ajan û kurdperweran,
Mêrxas û bizdokan, xizan û maldaran…
*          *          *
Bavê Kawa !
Berpirsên kerwanê darbesta te,
Bi erkên xwe yên resen rabûn;
Darbesta te di  rêk pêdivî û durist re derbas kirin
Dema darbesta te di DUGIRÊ û
Goristana çelebiyên kurdan re bihirandin..
Da ku tu mizginiyê bide Hemze begê Miksî,
Hacî Mûsa begê Xuwêtlî, Haco axayê Hevêrkî,
Abdulrehman axa, Dr.Nafiz beg Zaza,
Dr. Qasim Cemîl Paşa.. hwd
Bavê Kawa !
Ji kerema xwe tê mizginiyê bide wan mirî û zindiyan û
Tê ji wan re bibêje:
Ez ji Kurdsistana azad hatime..Ji Hewlêra kelê û Minarê..
Ji Zaxoka Badînan..Ji Duhoka Dasinyan…
Ji Pîrmam û Kerkûkê ez hatime…
Mizgîniya min li we:
Kak Mesûd Barzanî bûye serokê Kurdistana azad..
Mam Celal bûye serokê komara Iraqa federal…
Sedam bi biryara dadgeheke iraqî hatiye bidarvekirin…
Kerkûk, Şingal û Zemar li maka xwe vegeryane..
Kurdistan azade azad…
Bi perlemento, paytext û sirûda Ay Reqîb e..
Bavê Kawa !
Ku ji te bawer nekin,
Ez nabawerim ji kesekî din bawer bikin.
Xweziya min bi dilê te, balyozê kurdên Binxetê.

Xwediyê darbesta Zêrîn.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...