Nûçe

Filmê derhinêrê Kurd Mano Xelil bo yekem li Munîha Almanya

Filmê derhinêrê kurd Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“, xelata yekem a festîvala sînema li bajarê Munîha Almaniya di beşê «sînema Alman» de stand. Di vê pêşberkê de 10 fîlm ji bo xelata mezin hatibun hilbijartin. Festîval di rojên 8-15 Gulanê de li dar ket.

Film çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku bi eslê xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salê 90î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bû, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bû.
Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û ew neçar ma bireve û weke penaber were Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê».
Film roja 6 Hizêranê 2013 derbasî sînema dibe.

 

Link:

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…