Romana “Gava ku masî tî dibin” ya Helîm Yûsiv bi tirkî derket.

  Ji nav weşanên Notabene li Enqerê, ji wergera Mehmet Çakmak romana  “Gava ku masî tî dibin” ya Helîm Yûsiv bi tirkî derket.

Roman behsa xortekî ji Binxetê bi navê Masî dike. Masî dil dikeve keçikeke serxetî û dide pey dilê xwe. Dilê wî,  wî dajo ber bi çiyayên Kurdistanê ve û tev li refên şervanan  dibe. Ev şervanên ku ew bi xwe jî mîna masiyên tî hem li rastiya xwe û hem jî li ava azadiyê digerin. Kûçikê masî Bozo, deriyê hesinî yê oda wî, pênûsa wî, nivişta di bin çengê wî de û tiştên wî yên din serpêhatiya wî ya dijwar  bi evînê re, bi şer re, bi mirin, birîndarî, xemgînî û bi tirajediyên sînoran re, li ber çavan radixîne.
Gava ku masî tî dibin yekem car di sala 2008 an de, ji nav weşanên Lîsê li Amedê  hatiye weşandin. Piştî “Sobarto” û “Tirsa bê diran” ev romana nivîskar ya sisiyane.

Hin agahî ji rûpelê weşanxanê yê internetê:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…