LUQMAN SILÊMAN
Luqman_sileman@live.se
Ziman yek ji pêdiviyên hebûn û berdewamiya neteweyê ye. Lê mixabin diyardeyek li ba me kurdan heye ku em zû di nav neteweyên din de têne bişaftin û xwe ji bîr dikin ku em neteweyeke sereke ne û cuda ne û xwedî hemû mercên hebûna neteweyekê ne û em ji kevintirîn miletên ku di Mezopotamyayê de jiyane

Li ser rûyê vê xakê bi sedan netewe û kêmnetewe hene û her neteweyek û kêmneteweyek zimanek wê yê taybet bi wê heye û ew netewe bi zimanê xwe têkiliyên xwe û pêwendiyên bi neteweyên din re datîne û di rêya zimanê xwe re tê naskirin.
Çawa ku her mirovek ji mafê wî ye ku li xwe binêre, wekî mirovekî serbixwe û bi xwe bawer wisa jî ji mafê her neteweyê ye û bi rêya zimanê xwe yê zikmakî pêwendiyên siyasî, aborî, civakî û kultûrî bi miletên din re ava bike. Bêguman her neteweyek û her mirovek bi zimanê xwe yê dayikê serfiraz e. Heger ku ziman tunebe wê netewe jî tunebe û tu wate ji navê wê neteweyê namîne, madem bê ziman e. Ziman yek ji pêdiviyên hebûn û berdewamiya neteweyê ye. Lê mixabin diyardeyek li ba me kurdan heye ku em zû di nav neteweyên din de têne bişaftin û xwe ji bîr dikin ku em neteweyeke sereke ne û cuda ne û xwedî hemû mercên hebûna neteweyekê ne û em ji kevintirîn miletên ku di Mezopotamyayê de jiyane û em xwediyê axa ku îro em li ser dijîn. Em ne penaberin û ji deverin dûr hatine wekî tirk û ereban, na em xwediyê cih in li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn. Di baweriya min de kurd kasolîkîne bêhtir ji babayê Vatîkan (Li gor metelokê) ji ber vê yekê jî ez bawer nakim ti netewe li ser rûyê erdê hebin bi qasî kurdan li cîhanê belav bûbin û piraniya wan di bin navê parastin û erdvegirtin û yekîtiya ola ummeta misilman de û vê yekê hişt ku li cîhanê kurd tarûmar bibin û bêne bişaftin. Gelek dîroknas û olparêzên bi nav û deng yên ku
stêrika wan îro di ezmanê cîhana misilmantiyê de roniya xwe daye kurdbûn, lê ne wekî kurdan hatine û têne naskirin, belê wekî oladarên ji neteweya ereb, yan ji ummeta misilmanan. Ji ber ku wan xwe bi zimanê erebî, zimanê desthilatdaran dane naskirin û negotine em kurd in û neteweya me cuda ye. Wan xwestine ku kurdîtiya wan were jibîrkirin, da ku rê ji bo wan vebin. Ev kes tim ji bo xwe wekî kes û berjewendiyên xwe yên kesayetî kar kirine, da ku wekî kesên ji neteweya desthilatdar bêne naskirin. Parastina zimanê neteweyekê parastina wê neteweyê bi xwe ye û devjêberdan û neguhdana ziman devjêberdan û têkçûna wê neteweyê ye, çimkî yek ji mercên hebûna neteweyê hebûna zimanê wê ye. Lê hebûna ziman bi tenê jî nebese, dema ku mirov wî
zimanî bi karneyne û ziman wekî alavekê li ser refikê deyne, wê birize, li ber bayê here û winda bibe. Heger ku em maf bidin wan kesên ku beriya sedên salan di bin navê yekîtî û parastin û belavkirina ola pêxember de kar kirin. Baweriya wan ew bû ku karê wan ji karê di ber neteweyekê de pîroztire, ev kes heta astekê gunehkarin, lê moriv dikare lê guhdarbike û carinan hin maf bide wan, lê her ew dimînin tewanbar di vî alî de. Dibe ku rojekê hin ji kurdan werin û wan bidin dadgehê. Mînak, dema ku kurê Esîr dîrok û nûçê Qiralê rojhilat û rojava di sêzde cildan de nivîsand, gelo eger ku wî wek kurdekî xwe bida naskirin û perçeyek li ser dîroka neteweya xwe jî binîvisanda, ma wê çi ji ola wî kêmbûba?. Wisa jî kurê Xelkan, yan kurê Tîmiyê, ma emê bêjin kî û ne kî. Bi sedên wekî van û ji van jêhatîtir û pisportir di hemî zanist û ilûmên jiyanê de xwe kirine pir ji misilmantiyê û neteweyên dî re. Dibe ku hin ji me bêjin, di dema wan de hîn netew têde nehatibûn naskirin, yan kesî di bin navê neteweyeke taybet de kar nedikir, yan kesî xwe bi neteweya xwe nedida nasîn û hemî di bin nîr û rêbaza ola imperatoriya islamê de dijiyan û çênedibû ku kes ji derveyî rêbazên ku ji wan re hatibûn xêzkirin. Lê li gor wan pêwîst bû ku mirov zanibe ka wê çawa karibe xebatê ji bo vê ola pîroz bike û çawa xwe nêzîkî Xwedê û pêxemberê wî bike. Hin jî dibêjin ku çênedibû ku ramanên kesî sînorên rêbaza olî derbas bikin. Di baweriya min de ew kesê sûdekar miletê perîşan girêdabûn bi zincîrek ji olê û tozeka bi zingara olê li ser
mejiyê mirovan werkiribûn û mirovê wê demê nedikarîbûn xwe ji bin wê bandorê derxin. Îro ew toza olî sivik bûye, lê mixabin tozek dî xwe li cihê wê girtiye û bi rêbazeke dî, ew jî berjewendiyên kesayetîne. Gunehê van kesan girantire ji yên beriya wan, ji ber her qonaxek ji dîrokê tiştên wê cuda û wê bar û gunehê wê jî cuda bin. Em dibînin, piştî ku cîhan derbasî sedsala neteweyan jî bû, wekî ku hate binavkirin û heta em gihane roja îro mixabin cardî bi sedan nivîskarên kurd ji helbestvan, romannivîs, zimannas, dîroknas û oldarên berz pirtûkxana tirkan, farisan û ereban bi berhemên xwe zengîn kirin û xwe dane naskirin wekî kesên ji wê neteweya dagirker. Bi vî awayî wêje, kultûr, helbest, çîrok û zimanê wan bi pêş ve birin û bûne stêrikin geş di ezmanê rewşenbîriya dagirkeran de. Di baweriya min de em wekî kurd, me demeke dirêj zimanê xwe li ser refikê danîbû û bê ku em dermanê parastinê jî lê bikin û ma li ser wê refika winda. Ji dêvla zimanê xwe me zimanê dagirkeran û desthilatdaran bi kartanî. Bê guman ev bi xwe jî sedemên wê hene, ji lewma ez dibêjim; gelo em dikarin têxînin bin sîwana beş û qonaxan. Yek jê, em dikarin ji salên sîhan ta bi dawiya sedê bîstan binavbikin û ya dî jî derbasbûna me li sedê bîs û yekan. Ez dixwazim hin navên ku di van herdu qonaxan de karên hêja ji van neteweyên ku kurd bindestî xwe kiirne bînim ziman, lê ne ji bo ku wan bêşînim. Ew kesin
naskirîne, lê çi nivîsakrê ku ev gotin li bejna wî werin, ez li ser wî dibêjim. Ez dixwazim bêjim ku wan çawa baweriyên xwe bi kar anîne û xwe di ser zimanê xwe re qevastine û bi zimanê dagirker û desthilatdara mijûl bûne û heryekî ji wan çawa û di kîjan rê re sûde dane zimanê desthilatdaran. Mihemd kurd Elî mirovekî kurd bû, digot; ez kurdim, lê ez ji zimanê erebî hezdikim û dixwazim xebatê ji vî zimanî re bikim. Bê guman, di dema ku wî xwest xebatê ji zimanê wan re bike nivîskarên ereb bi sedan hebûn û zimanê wan ne li ber têkçûnê bû, ta ku ew here ji wan re zimanê wan biparêze û ne jî wan jê xwestibû ku ew vî karê giring ji wan re bike. Dêmek ji bo şexsê xwe ev kar kir û îro ew wekî stêrikeke geş di cîhana zimanê erebî de tê xuyakirin. Yê ku herî sûde da ziman û bû derya û pirtûkxaneyek û lêvegerek ji zimanê dagirkeran re û di demeke wisa teng de ku pêdiviya kurdan bi yekî wekî wî hebû û di wê dema ku Berdixanî li Şam û Beyrûdê di rex wî de xebateke bê navber di ber zimanê kurdî de dikirin. Wî dev ji ziman û neteweya xwe ya ku herdu li ber windabûnê bûn berda û rahişte barê pêşxistina zimanê dagirkeran danî ser milê xwe û zimanê wan ji wan re pêşxist û danî ser rêyek nû ku karibe tê re berdewambike. Mihemed Seîd Remedan Botî kesayetiyeke naskirî ye di cîhana erebî û olî de. Mixabin ew li ser wê xaka pîroz hatiye jiyanê, ew axa ku Bedirxaniyên w ê
rahiştibûn barê pirs û zimanê dayikê. Mihemed Botî kurê axa Botanê ye. Mihemed Remedan dema ku Mem û Zîn wergerandiye zimanê erebî û nexasim dema ku Xecê û Siyabend nivîsiye, diyrare ku wî xwestiya Xecê û Siyabend ji kurdîtiya wan bixe û ji lewma jî navê pirtûka xwe kiriye zarokê daristanan û li ser zimanê pîrika xwe axiviye û hewildaye ku çîrokê ji qalibê wê yê kurdîtî dûr bixe û bêxe qalibek olî de. Herweha ev hewildan di wergera erebî ya Mem û Zînê de jî kirine. Bêguman hin kesên dî jî hene, wan jî pirtûkxana erebî bi berhemên xwe zengîn kirine û ew li cem Ereban têne naskirin bêhtir ji cem kurdan. Çîrok, şano, dîrok, helbest, fikir û raman li cîhana erebî belavkirine û hin ji wan hene wekî kadir û dersdarên zanîngehên Sûrî kar kirine. Hin ji wan kesan dûrî herêma kurdî jî neketine, lê cîranê wî ne bi qasî yekî erebê ji Cezayir, Tûnis, Misir, Mexrib, yan wekî yekî Şamî wî nas dike. Ew di jiyana xwe ya rojane de kurdin, lê di ziman, dîrok, kultûr, şano, wêje û çanda xwe de nêzîkî zimanê xwe yê dayikê nabin. Bêguman wan xwe bi xwe gihandiye baweriyekê ku ew li ser rêyeke rast in, wisa jî sedem û encam û pêdiviyên ku hiştine ew berê xwe bidin nivîsandina bi zimanê biyanî di mejiyê xwe de ji xwe re hûnandine û qet xwe gunehkar nabînin. Çimkî ew bi zimanê desthilatdaran dinîvisînin û ew ziman rê li pêşiya wî vedike û berjewendiyên wî bi wî diparêze. Ji ber ew kurdê ku diçe li ahing û pêşbirkê û kongiran amade dibe û bi zimanê erebî dixwîne, ew dizane heger ku ne ji zimanê wî yê erebî ba, ew nediçû wî cihê ku di wê kêlîkê de ew lêye. Ew wisa dirame ku pirojeya girêdana wî ya bi zimanê kurdî re pirojeyeke têkçûyî ye û wî ji xwe re rêya baş girtiye. Lê îro ez tu sedeman jê re nabînim ku em xwe di rêya zimanê biyanî re bidin naskirin û bi zimanê wan
binîvisînin çi dîroknas be, yan zimannas be, yan oldar be, ew di çi warî de dixebite bila bixebite, lê bi zimanê xwe û li ser zimanê xwe. Di baweriya min de sedemên vê çine. Yek jê welatên ku kurdistan dagirkirine, wan bi hemî hêza xwe û bi kîn û nefret û bi zanebûn di pêşiya zimanê kurdî de sekinîn û ew qedexekirin û xwestin di rêya qedexekirina zimanê me re me me jî tunebikin. Ji ber vê yekê jî barê nivîsandin û axavtina bi zimanê kurdî barekî girna bû û têkçûna wî kesî û malbata wî bû. Ew tehlûkeyeke mezin bû ji bo mirovekî ku baweriya wî ji kîn û nefreta dagirkeran kêmtir bû. Xebata di ber ziman û pirsa kurdî de baweriyeke kûr û bilind jê re divabû. Di dema bûrî de yê ku baweriyên wî ne xurtbûna nikarîbû bi zimanê xwe yê zikmakî binîvisîne. Dema ku netewe di bin lingê dagirkeran de hêdî hêdî pûç dibe û tê bişaftin wê ziman jî pê re pûç bibe û têk biçe, ji lewma jî di hin deman de axavtin û nivîsandin ji bilî tirsa ji desthilatdaran wekî şermekê dihate dîtin. Dagirkeran navên gundên me û zarokên me, dar, çiya, newal, çem, kanî, û ta bi navên mirîşk û çêlekên me ji kurdî guhertin û kirin erebî. Ev nayê wê wateyê ku em serê xwe ji dagirkeran re daxin û bi rengekî ji rengan bi wan re bibin alîrkar û zimanê xwe di paşguhê xwe re bavêjim û bi zimanê turkî, erebî, farisî, binîvisînin. Di baweriya min de, ew kesên romannivîs, helbestvan, çîroknivîs û hemî nivîskarên kurd yên ku bi zimanê dagirkeran dinîvisînin, diziya xwe dikin, ji dengê landika dayika xwe didize, ji hestê kurdîtiya xwe didize û fikir û ramanên xwe yê kurdîtî didize. Ew wan stiran û lorandina ku diya wî di landikê de jê re dilorand û çîrok û çîvanokên di zarokatiya wî de bav û kalê wî di guhê wî de gotine, ew lîstikê ku di zaroktiya xwe de pê şa dibû, li kolanên gundê xwe, yan di bin konê xwe yê koçerî de, yan li taxa bajarekî ji bajarên kurdî ew
nivîskar van teva didize û ji xwe re dike pir û di ser re derbasî cîhana zimanê dagirkeran dibe û xwe pê dide naskirin. Ew xizmeta berjewendiyên xwe yên kesayetî dike, ew heyranê xwe ye û li nav û dengê xwe digere. Di baweriya min de ew di vê pêlîstin û diziya kultûr, ziman, çîrok, çîvanokên kurdî de hevkarên dagirkerane. Dibe ku gunehê wî ji dijmin jî girnatir be, ji ber ku dijmin dimîne dijmin û çi jê were wê bi serê te bike, lê wê nikaribe te bidize, heger ku tu pê re ne alîkar be û berê kalê me gotine; xwediyê malê û yû diz bûne heval û Ga di kulekê re dizîn. Lê ji hêla dî ve jî ti dezgeh û saziyên kurdan tunebûn ku nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, hunermend, zimannas, çîroknivîs, romannivîs, ji birçîbûnê biparêze, yan berhemên wan çap bike û ji wan re belav bike. Mixabin ne tevgera siyasî û ne jî kesî ji maldarên kurdan rojekê ji rojan xwe daye ber barê hunermendekî yan nivîskarekî û yan derhênerekî, ji lewma jî hin ji van kesan li kolana diman û mane. Ne ku ez gunehê wan kesên ku ji dehên salan ve bi zimanê erebî dinîvisînin û berhem li dû berhemê li pirtûkxana erebî zêde dikin û wê bi berhemên xwe dixemilînin sivik dikim, na. Îro zimanê kurdî hêdî hêdî ji bin wan kevirên giran yên ku ji dehê salan ve bi hemî giraniya xwe li ser dilê wî rûniştibûn serê xwe hildide û roniya wî dide deverên kurdî. Ez bawer dikim ku wê nema careke dî zimanî kurdî li bin kevir û li ser refikan vegere. Zimanê ku bi zora xwe ji bin wan kevirên giran serê xwe hildaye, nexasim li rojavayê kurdistanê wekî ku em dibînin, bi dehan komîteyên fêrbûna ziman hatine damezrandin û rojane kar li bajar û bajarokên rojavayê kurdistanê dibe. Da ku em karibin van derfetên îro ji bo xwe bi kar bînin, divê em Ez bawer sazî û dezgehên bi rêk û pêk ji xwe re çêbikin. Gerek em ne wekî karekî partîtiya xwe li ziman binêrin.
Ev zimanê miletekî ye, mîna kaniyekê ye ku divê em hemû ji ava wê kaniyê vexwin. Eger ev kanî zuha bû, wê ne partî, ne jî milet bikaribe bijî. Lê mixabin, ta îro tevgera me ne wekî tevgera neteweyekê yan ya miletekî tiyê zimanê xwe dixebite. Cihê mixabiniyê ye ku her partiyek bi tena serê xwe dixebite û ji xwe û ji heval û dostên xwe re kursên ziman û sazî û komeleyan çêdike û her yek navekî li gor partiya xwe lêdike. Bi gotineke din, ez dixwazim bipirsim; heta kengî emê serê xwe bi wan kesêan bilind bikin, ewên ku diziya me û xwe kirine û li ser tebsikeke ji zêr pêşkêşî dijmin kirine. Mînakên ku Kurd wan wekî kesayetiyin kurd pêşkêş dikin pir in, ji wan: Selahuddîn, Ehmed Şewqî ku wekî mîrê helbesa erebî dihate binavkirin. Mihemed kurd Elî, Yûsiv Elezme, Ibrahîm Henano û bi dehan yên wekî wan yên ku îro jî pirtûkxana erebî zengînkirine. Di baweriya min de yê ku di ber kurdîtiya xwe de xebat nekiribe ew ne kurde û tu pêdiviya kurdan pê nîne, ji ber ku yê di rojên reş û giran û tirs û birçîbûn û rev û zindanan de li kurdîtiya xwe nedibû xwedî, şerme û gunehe ku em wan li ser kurdan dijmêrin. Yê ku di tengahiyê de bi kêrî min neyê, di ferehiyê de, min jî ew navê. Gereke em vê pîvanê ji xwe re deynin, yê ku ji kurdîtiyê re nexebitî be ew ne kurde, kî be bela bibe. Ji ber ku kurdîtî ne kiraseke, dema em bixwazin li xwe dikin û dema em nexwazin jî em li xwe nakin.. Hoşimîn digot; ez dîwarê mala xwe bilind nakim, da ku kultûr û rewşenbîriya hemî miletên cîhanê derbasî mala min bibin, lê bi mercê ku min ji rehên min qutneke. Piştî ku şoreşa Bedirxan têk çû û Osmaniyan ew sirgunî Istenbolê kirin, wî ji zarok û neviyên xwe re gotibû; yê ku bi zimanê xwe yê zikmakî ne axive, bila ew nebêjê ez ji malbata Bedirxan im
* Ev gotar di kovara Dîwar hijmara 3 û 4 an de derçûye