Li Qamişlo me 120 Saliya Rojbûna Mîr Celadet Alî Bedirxan Pêk Anî

Konê Reş

Di roja 26.04.2013an de, me li Hola Mîr Celadet Bedirxan, a Partiya Çepa  Demokratî Kurdî li Sûriyê, bajarê Qamişlo, 120 saliya rojbûna Mîr Celadet Bedirxan pêk anî. Di destpêkê de, piştî xuleyek bê deng û xwendina sirûda netewî kurdî (Ey Reqîb), Winda Şêxo birêvebera bîranînê pênasînek balpêş derbarî malbata Bedirxaniyan û bi taybetî mîr Celadet Bedirxan anî ziman û ez û hevlên min ji beşdaran re pêşkêş kirin.
Min jî di destpêkê de silav û spasiyên Emîre Sînemxan Celadet Bedirxan gîhandin cemawerê beşdar û her wiha min got, ku wê mamoste Mihemed Şêxo gotina mamoste Azad Selah Saadella, neviyê Mîr Celadet Bedirxan ku ji Hewlêr şandiye ji we re bixwîne.. û min ev gotina xwarê li dor Mîr Celadet Bedirxan ji cemawerên beşdar re xwend. Di pey min re mamoste Derwêşê Xalib, li dor mîr Celadet, Dr. Kamîran Bedirxan û mîrektiya Botan gotarekî bi nirx xwend.. di pey wî re mamoste Xalis Musewer, çend xisletên mîr Celadet Bedirxan gotin.. di pey re xortekî Siryanî ev roj li gelê kurd pîroz kir.. di pey re Mihemed Şêxo gotina neviyê mîr Celadet mamoste Azad Selah Saadella xwend.. di pey re, kalemêrê kurd Salihê Silo, yê ku 8 dîwanên Cegerwîn ezber kirine, ew helbesta ku Cegerxwîn ji mîr Celadet re nivîsandiye û di Hawarê de belav bûye got:
Begê min serwerê min, ey Celedet
Şahê min, rêberê min pirr edalet..
  keçekê ji Derbasiyê gotina Yekîtiya Nivîskarê Kurd li Derbasiyê xwend.. û her wiha keçeke din ji Derbasiyê gotina Koma Zelal xwend. Di dawiyê de mamoste Fewazê Kano gotina  Partiya Çepa  Demokratî Kurdî li Sûriyê xwend û spasiya nivîskaran û xelkên beşdar kir.. Di dawiya dawî de, bawernameyên xula yekemîn yên Hola Mîr Celadet Bedirxan ku mamoste Abbas Îsmaîl ew ferkiribûn, ji rex min û mamoste Xalis Musewir li şagirtên zimanê kurdî hatin belavkirin.
Ferm gotina ku min di rojbûna 120 saliya Mîr celadet Bedirxan de xwendiye, bixwînin:

 Di 120 Saliya Rojbûna Mîr Celadet Alî Bedirxan de

   Piştî ku min silavên Emîre Sînemxan Celadet Bedirxan gîhand xekên Qamişlo û  beşdaran, min bi vê gotina Mîr Celadet Bedirxan destpê kir:
:
(Tiştê ko min divêt ez ji we re bibêjim, bi kurtî ev e. Hîn bin. Hîn bin. Hîn bin. Hin kin. Hîn kin. Hîn kin. Belê bi tenê hînbûn ne besî me ye. Divêt em hîn bikin jî. Her Kurdê ko xwendin û nivîsandinê dizane divêt yên ko nizanin bielimîne. Ji Kurdê xwenda re divêt heke ber destên wî de Kurdên nezan nînin, li wan bigere, wan peyda û hîn bike..)”1″
Miletên xelkê, xwe bi mirovên xwe yên zana, şareza û mêrxas paye û pesin didin, xwe bi wan didin naskirin, lê em gelê Kurd, ta  di vî warî de jî nezan û paşketîne.. Qey ev jî qedera me ye..
Îro, 26 ê nîsanê ye, roja ji daykbûna Mîr Celadet Bedirxan e, 120 sal di ser rojbûna wî re derbas dibin. Mîr Celadet Bedirxan ev mirovê ku zimanzan, rojnamevan, helbestvan û dîplomasîyekî Kurdî jêhatî bû, ev mirovê ko ji berî (81) an ve elfabêyeke Kurdî xweser, bi tîpên latînî ji Kurdan re berhevkirîye, piştî xebateke (13)  salan ku pêre dûmkir û roja îro bi saya wê elfabayê gelek kovar û rojnameyên Kurdî bi tîpên latînî têne weşandin, hem jî ku bêtirî (5-6) enstîto û navendên Kurdî li Ewrûpa hatine damezirandin û kar û xebatên xwe bi wê elfabêyê didûmînin.
Mîr Celadet Bedirxan, ev mirovê ku bi zanîn, dûrdîtin û berpirsyarî xwe hinkûf û berberê Mistefa Kemal Paşa didît, ev yek di pirtûka wî (Nameyek ji Mistefa Kemal Paşa re) xweş diyare.
 Di bawerîya min de heger ew derfetên ku ji Mistefa Kemal Paşa re hatin, ji Mîr Celadet Bedirxan re bihatina, wê Mîr Celadet nekêmî Mistefa Kemal Paşa ji gelê xwe re çak û rindî kiriba.. Tevî ku em ne bi nîjadperestiya Kemal Paşa re.
Lê mixabin tev derfet li pêş wî girtîbûn, tevî wilo jî tiştê ku jêhat ji gelê xwe re pêşkêş kir. Eger (Atatork) bavê Tirkên nûjen û modêrn be, bê goman Mîr Celadet Bedirxan jî (Atakurd) ê Kurdane, bavê çand, ferheng û rojnamevanîya Kurdî ya giştî ye.
Mîr Celadet Bedirxan, evê ku kûr û dûr di rewşa gelê xwe de ponijî û di wê ponijandinê de dûrdîtî bû û weha ji gelê xwe re digot:
(Bavo, li dinyê Ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê  xelas  bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê.. ).” 2 ”
Bi wateyeke din, Mîr Celadet Bedirxan wek bijîjkekî pispor bû,  xweş dizanî bê nexwşîyên gelê wî di kudene û derman çiye. Wî derman ji nexweşîyan re datanî, ew derman di rêka nivîsandina bi zimanê Kurdî de bû, bi wî zimanî derman şanî gelê xwe dida. Lê mixabin gelê wî, xwe bi dûv dermanê wî de newstand û lê nedigerîya, tu giringî nedida  dermanê wî..!!
Vêca ji neçrî digot û dibiland:
(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê  mader ji bo her miletî  êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare  xwe ji miletekî bihesibîne  divêt bi kêrî wî bêt..).” 3 ”
Mîr Celadet Bedirxan, li ser rêka Apê xwe Mîr Miqdad Midhet Bedirxan dilivîya, hawar û gazîya wî, ji ya mamê wî bû.
 Ew Mamê ku di 22 ê nîsana 1898 an de, yekemîn rojname bi navê (Kurdistan) li Qahîre weşandîye û di nav rûpelên wê de gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotîye: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe şûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin ).”4″
Mane gereke ku navendên Kurdî yên çandî, kovar û rojnameyên Kurdî, li ser weha  roj, ku  di roja 26 ê nîsana isal de (120) sal di ser ji daykbûna wî re derbas dibin, rawestin jînenîgarîya wî, rojnameyên wî bidin naskirin, da ku ji nêzîk ve miletê wî, wî nasbike û serwextî xebatên wî bibe.
 Mixabin, gelek navdarên me, mîna Mîr Celadet Bedirxan hene ku me ew di ser guhên xwe re avêtine, wek: Dr. Kamîran Bedirxan, xwedî û berpirsyarê kovara (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di navbera salên 1943 – 1946 an de, Memdûh Selîm Beg Wanlî berpirsyarê Kovara (Jîn -1918) li Stambolê, Mewlana Rifet Zade xwedî û bepirsyarê Rojnameya (Serbestî – 1909) li Stambolê, ev mirov di sala 1930 î de li Helebê çûye ber dilovanîya xwedê û îro kesek gora wî nasnake. Sûreya Bedirxan, yê ku di sala 1908 an de li Stambolê û di sala 1917 li Qahîre rojnameya (Kurdistan) weşandîye. Û gelek mirovên din hene mîna: Mîr Ebdirezaq Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Dr. Nûreddîn Zaza, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Qedrîcan û weha bi dehan ji welatparêz û rewşenbîrên gelê Kurd, yen ku tev jiyana xwe di ber gel Kurd û Kurdistanê de xerckirine.
Ji mafê waye jî, ku em wan li bîr bînin û gurzên nêrgizan li ber serê wan deynin.
Jêder :
1 _ Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (27) Şam/1941.
2 _ Mîr Celadet Bedirxan, kovara Roja Nû, hejmara (1) Beyrût/1943.
3 _ Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Şam/1942.
4 _ Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Misir/ Qahîre/1898.

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…