Nabim peye

Xûrşîd Xelîl

Ne payeyê kesîme ne hemo û ne alo
Nabim xûlamê kesî ne silo û ne oso

Ne jî çep û ne jî rast tû carî nabim peye

Bi xwendin û bi zanîn dibim paşa û keye
Dibim dostê mirovê her kesê kû aştî xwaz
Li ser xakê mîna şêr li azmana teyê baz

Welatê xwe rizgarkin ji devê gûr û hirçê
Ji nêv rakin berberî dişûnê de tiê çê

Tevî bikin şînahî hemî bax û daristan
Ji karker re palûke pir bikin em dibistan

Bi xwe mê bên hebûnê ji nû bêjin em hene
Kûrdistana me yeke ne sînor û perçe ne

Ji nêv rakin sînora tevde bi hevre rabin
Bikin govend û dîlan emê bûka xwe şakin

Welat emê avakin kûrdistanek aşîtî
Va kesa ji nav xwe rakin bê axa û begitî

Ma ta kengî bimînin ji bo dijmin koledar
Bira kûjî nemînî bi dest bigrin em hefsar

Raperînek li darxin ji bo wana nema rev
Xebat bikin bi hevre bikin wek hev dil û dev

Ala rengîn mê hildin li ser lat û zinara
Girtîgeha rizgarkin ji bin destê neyara

Hebs û zindan nemînin li şûna wan pirtûk xan
Da kûrd zigûrd nemîne hemû bibne xwendevan

Vê nameye dişînim yên ji kûrd re bûn rê ber
Ne sipas û aferim ma hûn korin xwelî ser

Dijmin bi we dilîzî mîna şetrenc wekî dam
Li pişta we siware ji bo wîna hûn xûlam

Li ser kûrsî hûn danîn navê we kir sekretêr 
Dijmin ji wer danî ev nîşan û taca zêr

Neyar bi we dikenî li ser we tev dibin yek
Da hûn kûrd qir bikin ewya didî dar û çek

Bi kûçik re bi şînî bi gûr re ew dixwî pez
Va talan kir bi carek dexl û mal û hemî rez

Bi xapê we em zanin îro kûrd bûye hişyar
Xaka şêrîn we firot bi zêr û zîv û dolar

We dest daye neyara ye bexda û sitembolê
Yan li şam û tehranê em tên kûştin li çolê

Ev dîroka wenî reş hekesê kû kûrd firot
Her xûrşîdo wê bêjî dil û ceger we lê sot

xursid21@hotmail.com
xursid-xelil@fecabook.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...