Rojnameyên Kurdî

Ehmed mustefa

“Rojnamegerî bingehake herî xorte ji bo avakirina lengerên şaristanî û avabûnê” …….. …… N. Ponepert. Rojnamegerî nêrîn û ramana gel e, daxwaz pêdivî û armancên netewî diyar dike û dide xuyan. 

Sed û Yazda salan berê, di rewşa neçariyê de, li Misirê “Qahîre” şahsîwarê peyvê, mîrê gewre Midhat Bedirxan dest davêje pênûsa xwe , û kar û xebata rojnamiyê dike.

Ew li 22 ya Nîsana 1898 an, yekem rojname bi zimanê kurdî bi navê “Rojnama Kurdistan” diweşîne. Li gor berpirsyar û xwendiyê rojnamê, û mîna ku di hejmara yekê de nivîsiye Rojnama Kurdistan wê her(15) rojan were weşandin. Û herwiha ji 22ya Nîsanê 1898 ra 31 hejmar ji rojnamê weşandin, hejmarên (1 ra 5) li Qahêrayê, ( 6 ra 19) li Cinêvê, (20 ra 23) li Qahêrayê, (24)li Londin, (25 ra 29) li Folkston, û (30 ra 31) jî li Cinêvê çapkir û belavkir. 
-Rojnama Reya Taze di dema 1929 Z.
-Rojnama Kurdistan li Îranê di sala 1959Z ra 1963 Z.
– Rojnama Hawar li Şamê ê ku birayên Bedirxan avakirin di sala 1932 Z ra 1935Z û di sala 1941 ra 1943Z. (57 hejmar).
– Rojnama Ronahî di sala 1942 ra 1945 Z,(28 hejmar). 
– Li Beyrûtê Rojnama Roja nû di sala1943 ra 1946Z,(73 hejmar).
– Belavkirin P.D.K, Rojnama Xebat di dema 1958 an de.
Pêştî dustûra Osmaniya Komela Hîwa Kurd rojnamek heftekî avakir bi navê Roja Kurd, hejmara yekemîn û duwamîn hatin belavkirin û wêneyên herdu mêrxasin mezin binav û deng li ser rûpelê rojnamê belav bû ( Seleh dîn Eyobî û Kerîm xan Zend).Ebdilkerîm Efendî yê ku vê Rojnama weşad di sala 1904 an de.Piştî çend salan navê wê wergerandin û nav lêkirin Hetawa Kurd. -Rojnama Pêşkewtin a yekemîn li bajarê Silêmaniye hatiye damezrandin. Pêştî wê Rojnama Bangê Kurdistan hat belavkirin di 2 Tebaxê 1922an de, 13hejmar hat belavkirin û rawestî, piştî wê Mehmed Norî Efendî rojnamak heftane avakir bi navê Roja Kurdistan ê ku zimanê HikumetaŞêx Mehmud Hefîdê kurdî û bin fermana wî de diweşî û heya 3yê Avdarê 1923Z berdewam bû. (15hejmar). Piştî derketina Şêx Mehmud ji bajarê Silêmaniyê cara duwamîn rojnamak kurdî din avabû bi navê Bangê Heq, 3 hejmar jê belavbûn û li dû re rojnama Amîdî Estiqlal avabû, û belavkirina wê pir dirêj nekir. hukumeta li Silêmaniyê di sala 1924an de dest bi weşandina rojnama Jîyan we kir , û paşê navê rojnamê di sala 1925 an hat guhartin bi navê Jiyan ta roja îro dibinvî navî belav dib.
Di sala 1925 an Mîr Salih Zekî rojnamê k heftane derxist bi navê diyarî Kurdistan ta sala 1926an berdewamkir û dive demê de dora 16 hejmar der çû, piraniya hejmaran di hundurê xwe de wêneyên navdarên Kurdan xuya dikirin, û her wiha di sala 1925 an de Mistefa Paş rojnama bangî Kurdistan derkir li Bexdadê. Lê pir berxwe neda û rawestî.

Rewşbîrê Kurd Husên Mukiryanî rojnamek bi navê Zar Kurmancî li Rewandizê deranê

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…