Gotar

Ji bo partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê

  Ezîz Xemcivîn

Ji bo ezezîtiya we, welatek berbat û wêran dibe …
Ji bo destkeft bibin yên partiyekê, miletek dê perîşan bibe…
Ev lezkirina ko dibe, ji bo destdanîna ser şûnmayîna rêjîmê, 
rêjîm hêj ne çûye û bi firok û çek û muxaberatên xwe xurt e… 
Wek ko bi hezaran xort û keçên me, sih salî ji bo Turkiyeke dîmuqartî şerkirin û hatin kuştin… û ne ji bo rizgarkirina Kurdistanê bû… Îro roj li Kurdistana Rojava bi siloganên rizgarkirina Rojava û bi ezezîtiya partiyan, misoger û li ber çavan e dê wisa bibe…
Ji bo ew kesên xewnedar in ko welatê xwe rizgar bikin, partiyên wan bibin desthilatdar, mîna partiya Bass, 
dibêjim çarenivîsa miletê Kurd, Ereb, Aşûr, Turkuman û Ermen li Sûriyê bi hev ve girêdayî ye… Sûriya ji bo hemû miletên Sûriyê ye… 
Xewn tiştek in û ketwarî (riyalîte) tiştekî din e… Ev beşê Kurdistanê bi Sûriyê ve girêdayî ye, bê guman cudahî ji Sûriyê pir çetine û parçekirina Sûriyê ne di planên navnetewî de ye…
Milet nema bi siloganên gelew û girs tê xapandin…
Kêşeya me kêşeyeke aştî dîmuquratiye, bila hûn baş zanibin bi tena xwe hûn nikarin tu tiştî bikin. 
Eger rêjîm an Ardogan an Malikî û Îran an hin rêjîmên din dixwazin we bixapînin, û li ser nakokiyên we berjewendiyên xwe pêk bînin. Ew dimînin dijmin… Wê lingê xwe li miletê Kurd bixînin çi gava ko ya xwe bi cih anîn… 
Rêya li ber we yekîtiya helwestan e, em dizanin hûn nabin yek partî û milet jî ev ji we ne xwestiye…
Eger hêzeke leşkerî kurdî ji bo parastina milet (ne ji bo parastina partî û serokan) bi hev re hate avakirin ewê pir baş bibe…
Serkeftin ji bo miletên Sûriyê…

05.04.2013
Ezîz Xemcivîn

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…