Mela Ebdullah Mela Reşîdê Xerzî
Erê Seyda erê Seyda
Di Sasûn da di xerzan da
Di Sasûn da di xerzan da
Jibo kurda te pir deng da
Ji bo azadîya merda
Te mal û can û hiş tevda
Bi xweydan û bi xwîn pêda
Bi xweydan û bi xwîn pêda
Di himber tirk û tazîda
Di cenga tirk û tacîk da
Di cenga tirk û tacîk da
Te go :dînê me ev bêje
Sitem-karî hilîn :gêje
Sitem-karî hilîn :gêje
Bi yektî û bi zanîn kin
Bi şîret û bi şêwrê kin
Bi şîret û bi şêwrê kin
Bi mêranî bi dîn-darî
Te doza kurd dikir karî
Te doza kurd dikir karî
Erê seyda di sasûn da
(Mella reşîd) te ders pir da
(Mella reşîd) te ders pir da
Te kîna kes nekir dilda
Nezanîn bes te dujminda
Nezanîn bes te dujminda
(Dîwana Mela Reşîdê Xerzî)