Weke caran

 

Beyar Robarî

Weke caran
Kurdên me vegerîn karê bêheş û hovan
Birakûjî, jibo razîkin dijim û neyaran
Û berjewendiyên hin seg baban
Çiye hezar Kurd, were kuştin wek sewalan

Jibo xatirê çend partî û sextekaran !..
Weke caran
Kurd vegerîn şerê navxwe, weke hovan
Aqil ranekirin ji ezmûnên pir salan
Hevdû dikojin jibo pere û tiştên valan
Dijimin wan ji xwe re, bikartîne wek erzanan

Weke caran
Rêxistin û partiyên me kurdan
Dikin bazirganiyê bi doz û xwûne me, dilovan
Ev birakujî ya Efrîn û Serê Kaniyê, rewşê dide xuyan

Bese lo … bese lo
Hezar carin em dibêjin û me go
Divê birakujî hamoş¹ be, li nav me lo.
———————————————–

¹- Hamoş: Wate ya wê bi erebî haram.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…