Hejmarek nû tev li hejmarên din ên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 10an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.
Me vê carê ‘’Ji folklora kurdî“ gelek metelokên curbecur û hin jî yên zarok û jinan ji we re weşandine.
Her wiha me Lêkolînek dirêj di derbarê helbesta kurdî de ji nivîskar Heyder Omer re weşandiye. Û çîrokên Lewend Dalînî û Eskerê Boyik. Her wiha ji bo roja Zimanê Dayikê me hin gotar weşandine.
Di vê jimarê de nivîskarê kurd Can Kurd jî tev li malbata ‘’Pênûsa Nû’’ bû û dest bi quncika bi navê ‘’Tîravêjan’’ kir.
Gav bi gav em ber bi we xwendevanên hêja ve tên, bi hêvya ku hûn jî gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê şêrîn ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
www.penusanu.com
07.03.2013
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’







Şîrove (0)